Li Urmiyeyê aşût: Kesek mir, 3 kes winda ne

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Heyva Sor a parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku li gundê Alwetanê yê Mîrawayê welatiyekî ku di bin aşûtê de ma bû miriye

Her wiha hat diyarkirin ku 3 welatiyên din jî winda ne.

Birêvebirê Heyva Sor a parêzgeha Urmiyeyê Hemîd Mehbûbî, ji medyaya fermî ya Îranê re axivî.

Mehbûbî got, "Agahî gihişt me ku li gundê Alwetanê yê Mîrawayê 4 welatî winda bûne. Me bi lez tîmên xwe şandin cihê bûyerê."

Hemîd Mehbûbî diyar kir ku tîmên Heyva Sor ên bajarokê Nellasê zû gihiştine cihê bûyerê.

Birêvebirê Heyva Sor a parêzgeha Urmiyeyê li ser encamên destpêkê yên legerînê wiha got:

"Heta niha welatiyekî ku di bin aşûtê de mabû miriye.

Geryana li dû 3 kesên din ên ku winda ne berdewam dike."

Heyva Sor a Urmiyeyê hîn nasnameya wan 4 welatiyan eşkere nekiriye.