Nivîskar û rojnameger Cemal Reşîd koça dawî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û rojnameger Cemal Reşîd di 78 saliya xwe de li Swêdê koça dawî kir.

Birayê wî hunermend Xalid Reşîd ji Rûdawê re ragihand ku Dr. Cemal 50 sal bûn li derveyî welêt dijiya.

Xalid Reşîd diyar kir ku ew ne amade bû vegere Silêmaniyê, ji ber ku nexwestiye "bibe parçeyekî sîstema hukimranî ya ku li wî sînorî heye."

Cemal Reşîd sala 1948an ji dayîk bûye.

Xalid Reşîdê birayê Dr. Cemal li ser sedema mirina wî got:

"Sedema koça dawî ya birayê min Dr. Cemal, xwînrêjiya mîdeyê bû."

Yekem pirtûka Kurdî ya li ser Selahedînê Eyûbî

Xalid Reşîd li ser xebatên birayê xwe ev agahî dan:

"Dr. Cemal yekem nivîskarê Kurd bû ku li Ewropayê cara ewil pirtûkek bi Îngilîzî li ser Kurd û dîroka Kurdistanê nivîsand.

Her wiha ew yekem nivîskar bû ku pirtûkek li ser dîroka Selahedînê Eyûbî bi Kurdî nivîsand."

Dr. Cemal Reşîd endamê Kora Zanyarî ya Kurd a li Bexdayê bû.

Reşîd di rojnameyên Nûr, Brayetî û Hawkarî de dinivîsand.

Ew nivîskar ji aliyê hikûmeta Beasê ve bi awayekî xiyabî bi cezayê darvekirinê hatibû mehkûmkirin.

Şîna Dr. Cemal îro li Mizgefta Hacî Mela Resûlê Dêlêjeyî ya li Silêmaniyê tê gerîn.