Li Bakurê Kurdistanê zivistan: Rêyên bi sedan gundan hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê berf û baran bi bandor dibe û rêyên bi sedan gund û mezrayan hatiye girtin.

Li parêzgehên Wan, Colemêrg, Bedlîs, Mûş, Sêrt, Xarpêt û Şirnex û Meletiyê rêyê 497 gund û mezrayan ji ber berfê girtî ye.

Rewşa parêzgehan

Li Wanê ji ber berfê rêyên 206 gund û mezrayan girtî ye.

Li Colemêrgê rêyên 2 gund û 10 mezrayan girtî ye û li navenda bajêr jî berf berdewam e.

Li Bedlîsê rêyên 180 gund û mezrayan ji ber berfê girtî ye.

Li navçeya Gimgimê ya Mûşê jî rêyên 25 gundan girtî ye.

Li Sêrtê rêyêm 45 gundan, li Xarpêtê ya 23 gundan û li Şirnexê jî rêyên 6 gundan hatiye girtin.

Li Meletiyê jî berf û baran tevlîhev dibare û jiyanê zehmet dike.

Erzîngan û Agirî

Li Erzîngan û Agiriyê jî berfê her der spî kiriye.

Li Erzînganê stûriya berfê 10 santîmetre derbas kir û şaredarî kûçe û kolanan paqij dike.

Li Agiriyê jî bi taybetî li navçeya Zêdkanê rêyên 6 gundan hatiye girtin.

Tîmên taybet ji bo vekirina rêyan û paqijkirina berfê xebatên xwe didomînin.

Li gorî keşnasiya Tirkiyeyê ev pêla barîna berf û baranê heta çend rojîn din jî li Bakurê Kurdistanê berdewam bike.