Şêxan (Rûdaw)- Li nahiya Baedrê ya ser bi qeza Şêxan li parêzgeha Dihokê, metirsiya hilweşana bendava Baedrê di rojevê de ye, bi sedema barîna rêjeyeke uekcar gelek ji baranê ku lehî li wê navçeyê çêkiriye.
Qaîmeqamê qeza Şêxan Îsmail Mistefe ji Tora Medyayê ya Rûdawê re ragihand ku “Bendava Baedrê tijî av bûye û metirsî ji hilweşana wê heye”.
Îsmail Mistefa herwiha amaje kir ku ew hewl didin ku malên nêzîkî bendavê vala bikin û got: “Hemû tîmên hawar hatinê di amade başiyê de ne bo bihawar çûna xelkê û dûrxistina wan ji ziyanê”.
Herwiha peyamnêrê Rûdawê ragihand ku li gorî zaniyariyan termê zarokekî di nav lehiyê de hatiye dîtin.


Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse