Li Geliyê Elî Beg çend cihên geştyarî di bin avê de man

Hewlêr (Rûdaw) - Di nava 2 rojan de, bareneke berdewam bariya ye, li hinek cihan lehî rabûye. Li hinek cihan jî îro Sêşemê, weke bênvedana femî hatiye ragihandin. Ji ber lehiyê rêya geliyê Elî Beg re derbas dibin, hatiye daxistin û zerarê daye cihên geştyarî.

 

Beriya du rojan baraneke bihêz li Kurdistanê destpê kir û li çendîn cihan lehî rabûn. Aliyên pêwendîdar ji xelkê dixwazin ku hişyar bin.

 

Lehiyê rêyên di navbera Hewlêr û Silêmanî ku di navçeya Simaqolî re derbas dibin, daxistine.

 

Herweh rêya Hewlêr - Soran - Hacî Omeran jî ku di geliyê Elî Beg re derbas dibin, hatiye daxistin.

 

Rêveberiya rê û piran û hatin û çûnê daxwazê ji xelkê dikin ku di wan herdu rêyan de hatin û çûnê nekin.


Lehiyê 5 xwaringeh,  2 motêl, pir û cihên geştiyarî li geliyê Elî Begê bin avkirine û nêzîkî 20 Km ji geliyê Elî Begê heta Soran rê hatiye girtin.

 

Rêveberiya  Seqanasî û Erdheja Herêma Kurdistanê ragihand di 12 seetan de, pêtirîn rêjeya baranê li navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê bariya ye. Herî zêde jî li bajarê Pêncwênê ku 76 Mm baran bariye û kîmtirîn rêje jî li Xaneqînê bûye ku tenê 6 Mm barîne.

 

Qayemqama Helebce, Nuxşe Nasih jî ji Rûdaw ragihand, ji ber wê pêla baranê bi biryara parêzgar, îro Sêşemê li tevahiya saziyên hikûmî bêhnvedana fermî ye, ji ber ku pêla baranê astengî ji bo hatin û çûnê dirust kiriye.

 

Li Soran û Seyd Sadiq jî lehî rabûne, Qaymeqamê Seyd Sadiq, Diyarî Refîq ji Rûdawê re ragihand lehiyê  ziyan hebûne û projeya pira Kewlos ya navbera Pêncwên - Seyd Sadiq de têk daye û gelek ji amûrên wê projeyên ku bodceyeek mezin jêre hatiye terxankirin, di ber avê çûne.