Li Hewlêrê cotkarekî xwe fêrî Îngilîzî kiriye

Koye (Rûdaw) – Li navçeya Koye ya ser bi parêzgeha Hewlêrê, Selah Şakir ku cotkar e û 58 salî ye, bi rêya torên civakî xwe fêrî zimanê Îngilîzî kiriye û carek jî xwestiye ku bi wê rêyê bizewice.

 

Selah Şakir di nav xelkê de weke "derwêş" tê nasîn û heta pola çarem a destpêkê xwendiye. Dema çûye leşkeriyê fêrî zimanê Erebî bûye û niha xwe fêrî zimanê Îngilîzî dike.

 

Mam Selah dibêje: “Cara ewil min vîdeoyên fêrkirinê temaşe dikir, berê jî hinek CDyên min hebûn û min temaşe dikir, piştre min bername daxist û bi wê şêweyê fêr bûm.”

 

Selah Şakir xwedî malbat e û heşt zarokên wî hene, rojane 20 xulek rê diçe daku ji mala xwe bigihîje deştekî derdora bajarê Koye û cihê karê xwe, her roj berhemên çandiniyê tîne Koye û difiroşe.

 

Mam Selah bi rêya axaftina bi kesên biyanî re Îngilîziya xwe pêş xistiye, carekê jî xwestiye ku bi wê rêyê bizewice, ew dibêje: “Berî du salan ez bi jineke Filîpî re diaxivîm, ji min re got were Filîpînê ez dê bi te re bizewicim, ez gelek pê re axivîm, heta kar gihişte wê radeyê ku hindik mabû bizewicim.”

 

Bûye pênc sal hewla fêrbûna zimanê Îngilîzî dide, giranbûna jiyanê û tinebûna dem, li ber Mam Selah nebûye asteng ku ji fêrbûna Îngilîzî sar bibe.