HSDê li Reqayê 6 çekdarên DAIŞê girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku di çarçoveya operasyona xwe ya havbeş de, Hêzên HSDê û Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi beşdariya Yekîneyên Parastina Jinê YPJê, di çaremîn roja operasyona xwe de, berdewam in.
Li gorî daxuyaniya HSDê, hêzên wan di çaremîn roja operasyonê de, 28ê Çileya 2023yan, şeş çekdarên DAIŞê girtin, yek ji wan berpirs bû di ber dabînkirina bicihbûn û veşartina çekdarên DAIŞê ku 26ê Berfanbara 2022yan, êrîşî ser beşê rojava yê Hêzên Ewlehiya Navxwe li Reqayê kiribû. Yekî din jî, berpirsê amadekirina teqemeniyan bû.
Ji 25ê Çileya 2023yan ve, hêzên HSDê û Hêzên Ewlehiya Navxwe, bi piştgiriya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, operasyonek da destpêkirin û heta niha berdewam e.
Ew operasyon navçeyên Reqa, Tebqa, Sirrîn, El-Kerame û gundewarên wan, li xwe digire.