Li Rihayê qeza: 4 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê di qezaya ku barhilgir û otomobîl li hev qelibîn de 4 kes birîndar bûn.

Barhilgira ku Muslum K. diajot û otomobîla Îmam B.K. diajot li 27emîn kîlometreya rêbeja Suruc-Bîrecikê li hev qelibîn.

Di qezayê de tevî ajovanan 2 kesên otomobîlê de birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Surucê.

Hat gotin ku rewşa birîndaran baş e.