Galeriya wêneyan

28-01-2024
21 Photos
RÛDAW

Bi barîna berfê re Navenda Kaşûnê ya Qerejdaxê ya li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihaya Bakurê Kurdistanê werza kaşûnê dest pê kir.

Welatiyên herêmê bi cilên xwe yên Kurdî, bi şelwer û çefiyan kaşûnê dikin û vê jî dîmenên balkêş derxistin holê.

Navenda ku havînê zozana koçeran e, zivistanê jî ji bo welatiyên Bakurê Kurdistanê dibe navenda werzişên zivistanî.

Bilindahiya ji behrê ya Çiyayê Qerejdaxê hezar û 900 metre ne û ev navenda kaşûnê ya ku salane ji xizmetguzariyên fermî bêpar e, bi pîstekê xizmetê dide welatiyan.

Tevî hemû kêmasiyan li aliyekê yên xwe dişemitînin, li aliyekê li ser berfê govend û dîlan, li aliyekê jî menqel û xwarin ev reng û dengên zivistanî jî yê kêfxweşiya geştyarên navxwe ne.

Welatiyên ku berê xwe dane navenda kaşûnê ya Qerejdaxê, kêfxweş in ku dikarin demeke xweş bi malbat û kesên xwe re derbas bikin.

Çiyayê Qerejdaxê dikeve nav sînorê parêzgehên Riha, Amed û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê û ev çiya mehên zivistanê dibe navenda geştyariya zivistanê.