Komên çekdar li Tebqayê êrişî malbateke Efrînî kir: Kuştiyek, 2 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Malbateke koçber a Efrînî dema hewl dida ji Tebqayê derbas bibe, ket ber guleyên komên çekdar.
Di encamê de bavê malbatê şehîd ket, dayik û bûka wan jî birîndar bûn.
Meryem Hisêna ku dayika malbatê ye bi girî got, "Em neçar man term li pey xwe bihêlin û piştî çar rojan me anî."
Meryem Hisêna 62 salî, cihê birîna xwe nîşanî kameraya Rûdawê dide.
Ew roja 17ê mehê bi 6 endamên malbata xwe re ku hinek ji wan zarok bûn, hewl da ji Tebqayê derkevin lê komeke çekdar a girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê gule li wan reşandin.
Gule li milê Meryemê ket û hevjînê wê jî şehîd ket.
"Dengê qîrîna zarokan hîn di guhê min de ye"
Meryem bi êş behsa wê kêliyê dike û dibêje:
"Em di otomobîlekê de bûn ku bi çadirê hatibû nixumandin, ji nişka ve û bêserûber gule li me hatin reşandin.
Tarî, dengê guleyan û hawar û qîrîna zarokan hîn di guhê min de ye.
Em neçar man termê mêrê min li pey xwe bihêlin û piştî çar rojan me ew anî Qamişloyê û veşart."
Şoka bûyerê
Di heman êrişê de, gule li milê çepê yê bûka Meryemê jî ketiye.
Ew li quncikeke malê rûniştiye û hîn şoka bûyerê ji ser wê neçûye.
Ji ber tirsa çekdaran, ti yek ji wan naxwaze rûyê wan xuya bike.
Êrişên komên çekdar ên girêdayî Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li ser xelkê sivîl berdewam dikin û rojane çîrokên wiha yên komkujî û koçberiyê tên tomarkirin.