Galeriya wêneyan

2 demjimêr berê
22 Photos
Bilind T. Abdullah

Di çarçoveya kampanyaya "Renca Rûdaw" de ku Tora Medyayî ya Rûdawê dabû destpêkirin, karwanê yekem ê alîkariyan gihîşt Rojavayê Kurdistanê.

Karwanê mezin ê ku ji 80 barhilgiran pêk tê û xwarin, derman û pêdiviyên serekî bar kirine, di Deriyê Sînorî yê Sêmalkayê re derbasî Rojavayê Kurdistanê bû da ku bigihîje destê kesên hewcedar.

Karwanê yekem ê alîkariyê ku bi bexşên xêrxwaz û karsazan di çarçoveya kampanyaya hevgirtinê ya li dijî krîza mirovî ya li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, li Herêma Kurdistanê hatibû amadekirin.

Piştî derbasbûna karwanê yekem, qonaxa duyem a kampanyayê dest pê kir û îro serê sibehê karwanekî nû ya ji 50 barhilgiran pêk tê li Hewlêrê bi çepikan bi rê ket.