Li Rojhilatê Kurdistanê çîrokeke nîvcomayî: Şehla hat kuştin, Mehdî xwe kuşt
Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojhilatê Kurdistanê, hevjînê jineke ku di xwenîşandanên li dijî hikûmeta Îranê de hatibû kuştin, ji ber êş û xema dawî li jiyana xwe anî.
Li aliyê din, rêxistineke mafên mirovan ragihand ku di xwenîşandanan de heta niha zêdetirî 6 hezar kesan canê xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, Şehla Kakayiya xelkê bajarê Ciwanroyê yê parêzgeha Kirmaşanê, 8ê Kanûna Paşîn di dema xwenîşandanan de li pêşiya mala xwe bi guleyên hêzên hikûmetê hat kuştin.
Hevjînê wê Mehdî Kakayî jî di bûyerê de birîndar bû û tîmên tenduristiyê ew bir nexweşxaneyê.
Mehdî Kakayî piştî ku li nexweşxaneyê hat dermankirin vegeriya mala xwe lê ji ber êşa hevjîna xwe nekarî li ber xwe bide û dawî li jiyana xwe anî.
Çavkaniyekî agahdar ji Hengawê re diyar kir ku dema Şehla Kakayî û hevjînê wê xwestiye ji bo biçin nexweşxaneyê ji malê derkevin, li ber deriyê mala xwe bûne hedefa guleyên hêzên ewlehiyê.
Şehla Kakayî li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye û hevjînê wê jî bi birîndarî rakirine nexweşxaneyê.
Heman çavkaniyê da zanîn ku saziyên ewlehiyê rê nedaye cenazeyê Şehla Kakayî bibin Ciwanroyê û nehiştine li bajêr bê veşartin.
Hat ragihandin ku cenazeyê Mehdî Kakayî roja sêşemê li Goristana Hacî Îbrahîm a Ciwanroyê hatiye veşartin.
Rapora HRANA: Zêdetirî 6 hezar mirî hene
Rêxistina mafên mirovan HRANAyê di raporta xwe ya dawî ya derbarê xwenîşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de ragihand ku hejmara kesên canê xwe ji dest daye gihiştiye 6 hezar û 126an.
Di raporê de hat diyarkirin ku zêdetirî 41 hezar kes hatine desteserkirin û bi dehan zarokan canê xwe ji dest daye.
Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) di daneyên ku 27ê Kanûna Paşîn a 2026an belav kirine de eşkere kir ku ji destpêka xwenîşandanan heta doh mirina 6 hezar û 126 kesan piştrast bûye.
Ji van qurbaniyan 86 zarok in û 214 jî ji hêzên ewlehiyê ne.
HRANAyê her wiha da zanîn 17 hezar û 91 bûyerên mirinê yên bi guman hene ku hîn bi temamî nehatine belgekirin û di qonaxa lêkolînê de ne.
Hejmara birîndar û girtiyan 40 hezar derbas kir
Di raporê de hat ragihandin ku 11 hezar û 9 kes birîndar bûne ku rewşa gelek ji wan giran e.
Li gorî raporê pêla desteserkirinê berfireh bûye û li bajarên cuda yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi giştî 41 hezar û 880 xwenîşander hatine girtin.
Daneyên hikûmetê û rêxistinên mafan li hev nakin
Ev tabloya giran a ku rêxistinên mafan eşkere kiriye, bi daneyên rayedarên fermî yên Îranê re nakokiyeke mezin nîşan dide.
Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Îranê di daxuyaniya 21ê Kanûna Paşîn de hejmara miriyan wekî 3 hezar û 117 ragihandibû û îdia kiribû ku 2 hezar û 427 ji wan "sivîlên bêguneh û hêzên ewlehiyê" ne.
Ji qeyrana aborî ber bi şer ve
Pêla xwenîşandanan a li Îranê 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an bi çalakiyên esnafên Tehranê yên li dijî enflasyona bilind û bêqîmetbûna tumen (Riyalê Îranê) dest pê kiribû.
Di xwenîşandanên ku di demeke kurt de li seranserê welêt belav bûn de zerereke mezin gihîşt malên giştî.
Li gorî daneyên Komîsyona Ewlehiya Neteweyî ya Parlamentoya Îranê, di bûyeran de 250 dibistan, 300 mizgeft, 90 medreseyên dînî û 2 hezar û 221 wesayîtên hêzên ewlehiyê bûne hedefa êrişan.