Îro karwanê duyem ê alîkariyên kampanyay "Renca Rûdawê" ya ji bo piştgiriya xelkê Rojavayê Kurdistanê ji Hewlêrê bi rê ket.
Karwanê duyem ji 50 barhilgiran pêk tê û derman, cilûberg û pêdiviyên xwarinê li xwe digire.
28ê Kanûna Paşîna 2026an Pêşkêşkarê Tora Medyayî ya Rûdawê Renc Sengawî ragihand, "Îro karwaneke din a hestkirina bi berpirsyariyê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve bi rê dikeve."
Birêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed di dema birêkirina karwanê duyem ê alîkariyan de, spas û pêzanînên xwe pêşkêşî hemû kes û aliyên ku bûn sedema serkeftina kampanyaya "Renca Rûdawê" kir û got:
"Ez spasiya yek bi yekê sermayedar û beşdarên kampanyayê dikim; her wiha spasiya hemû wan kesan dikim ku di çar şevên borî de beşdar bûn ji bo ronîkirina giringiya vê kampanyayê."
Birêvebirê Giştî yê Rûdawê bi taybetî destxweşî li Renc Sengawî û hevkarên Rûdawê kir û tekezî li ser rola hevbeş a Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî kir û got:
"Gelek spas ji bo dilxwazên Dezgeha Rwangeyê ku li gel me beşdar bûn. Her wiha gelek spas ji bo Kek Mûsa (Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Mûsa Ehmed) ku li wir wekî destekî emîn serpereştiya karê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî dike, da ku ew alîkariyên cenabê te (Renc Sengawî) kom kirine, bi başî û rêkûpêkî bigihijin destê wan kesên ku pêdiviya wan pê heye."
Ako Mihemed hêvî kir ku ev hewldan bibin sedema aramiyê û got, "Hêvîdar im aştî bicî bibe û azadiya xelk û axa Kurdistanê parastî be."
Hunermendê navdar ê Kurd Şivan Perwer di dema birêkirina alîkariyan de spasiya Tora Medyayî ya Rûdawê kir û got:
"Rojavayê Kurdistanê ne bêxwedî ye û hemû gelê Kurd ligel wan e. Rojava dil û çavên me ye û ew azara ku ew dikişînin, em jî dikişînin."
Şivan Perwer ji xelkê Rojavayê Kurdistanê re got:
"Rojava dil û çavên me ye û ew êş û nerehetiya ku hûn dikişînin, em jî dikişînin. Em we bi tenê nahêlin.
Têkoşîna we, têkoşîna gelê Kurd e û serkeftina we jî, serkeftina gelê Kurd e. Em li tevahiya cîhanê piştevaniya we dikin û bila wreya we bilind be."
Di heman demê de Hunermend Ferheng Xefûr ragihand, "Dilxweş im ku îro hemû zarokên Kurd bi hev re ne û xelk ji bo yekbûna Kurd diqîrin."
Birêvebirê Komelgeha Şehîd Faxir Mêrgesorî, Şepol Şehîd Faxir Mêrgesoriyê jî got:
"Em kêfxweş in ku di birêkirina alîkariyan a ji bo Rojavayê Kurdistanê de beşdar in û dem hatiye ku em tenê hizir li yekgirtinê bikin."
Her wiha Şemîran Şehîd Faxir Mêrgesorî diyar kir, ne cara yekem e ku Kurd aware û derbeder dibin, vê carê jî birînên kevn nû bûne û got:
"Em dilxweş in ku xelk hemû bi hev re alîkariyê kom dikin."
Birêvebirê Dibistana Zanist a Navneteweyî Mamoste Rêzanî pesnê Renc Sengawî da û got:
"Tiştê te (Renc Sengawî) kiriye li aliyekî û yên din hemû li aliyekî. Tiştê me kiriye kêm e, lê em dilxweş in ku em hemû bi hev re kom bûne."
Ev karwan di demekê de ye ku roja sêşemê karwanê yekem ê alîkariyên Kampanyaya "Renca Rûdawê" ku ji 80 barhilgiran pêk hatibû, ber bi Rojavayê Kurdistanê ve hatibû birêkirin û îro dê bigihîje destê welatiyan.