Li Qamişloyê koçberekî ji serma canê xwe ji dest da

Qamişlo (Rûdaw) - Serma, tirs û koçberiyê bi sedan malbat li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê li dora agir kom kirine.

Mam Huseynê ku cara pêncemîn e koçber dibe, bi bêdengî li agir dinêre û zilamekî din jî di heman avahiyê de ji sermayan canê xwe ji dest da.

Li avahiyeke fermî ya bê derî û pencere ya li Qamişloyê, 43 malbatên koçber dijîn.

Cih bê av û elektrîk e û mercên jiyanê lê nînin.

Huseyn Hemze, zilamekî 62 salî yê xelkê Efrînê ye, cara pêncemîn e ew û malbata xwe ya ku ji 9 kesan pêk tê, koçber dibin.

Mam Huseyn ji Rûdawê re got, "Em bi neçarî dijîn, li ber vê sermayê di vê avahiyê û li ser cadeyan in.

Divê em kaxezan bişewitînin heta ku zarokên xwe ji mirinê biparêzin.

Em gihîştine astekê ku bi kom bimirin; divê cîhan vê yekê bibîne."

Di odeyeke biçûk a heman avahiyê de, 15 kesên ji çar malbatan dijîn.

Ji serma canê xwe ji dest da

Di vê odeya teng û tarî de, çar roj berê Mihemed Qasimê 60 salî ji serma qerisî û canê xwe ji dest da.

Siltan Yûsif, hevjîna Mihemed Qasim çîroka mirina hevjînê xwe wiha vedibêje:

"Heta demjimêr 03:00yê berbangê li ber agirê ber derî rûniştibû.

Sibehê min xwest wî hişyar bikim, min dît ku miriye. Ji ber vê sermayê xelk dimirin, ne av heye û ne jî elektrîk."

"Zarok dilerizin"

Koçberekî din ê ji Reqayê bi hêrs dipirse, "Tu dibêjî ez neviyê Adem im, ez jî neviyê Adem im; tu dibêjî ez misilman im, ez jî misilman im.

Çima tu têyî û bi navê Xwedê mirovan dikujî? Zarok û keçên biçûk ji serma dilerizin, em herin kû derê?"

Bajarê Qamişloyê niha bûye penageha sereke ya koçberên herêmên şer.

Li gorî amarên nefermî, tenê di 10 rojên borî de nêzîkî 5 hezar koçberan berê xwe daye wî bajarî.