Alîkarê Hevserokên MSDyê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) girtina Alîkarê Hevserokê Meclisê Xesan Yûsif bi tundî şermezar kir û ragihand ku ev yek gaveke "kêfî" ye û xizmeta aramiyê nake.

Alîkarê Hevserokên Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Xesan Yûsif li Dêrezorê ji aliyê hêzên Sûriyeyê ve hat girtin. 

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) îro, derbarê girtina Alîkarê Hevserokên Meclisê Xesan Yûsif de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

MSDyê di daxuyaniya xwe de girtina Xesan Yûsif wekî "gaveke kêfî ya nayê qebûlkirin" û "binpêkirineke metirsîdar a bingehên xebata siyasî" pênase kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Girtina birêz Xesan Yûsif pêşineyeke metirsîdar e ku nayê rewakirin û peyamên neyînî dide ku bi behsa aramiyê û vebûna siyasî re nagunce."

MSDyê amaje bi wê yekê kir ku hedefgirtina kesayetên siyasî yên mîna Xesan Yûsif ku bi rola xwe ya di piştgiriya diyalogê de tên naskirin, xizmeta aramiyê nake.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin:

"Mamoste Xesan Yûsif û kesayetên din ên ku di nava Rêveberiya Xweser de an jî li rex wê xebitîne, beşek ji tevna nîştimanî yê Sûriyeyê ne û piştgiriya proseya dan û standin û çareseriya aştiyane dikin.

Mana wan a li nav xelkê xwe û xebata wan di şert û mercên aloz de ne ji bo rûbirûbûnê bû, lê belê nîşaneya berpirsyariya nîştimanî û exlaqî bû."

Projeya Rêveberiya Xweser

Meclisa Sûriyeya Demokratîk di beşeke din a daxuyaniyê de bal kişand ser armanca Rêveberiya Xweser û destnîşan kir ku ev proje ti carî "projeya cudaxwaziyê" nebûye.

MSDyê li ser vê mijarê wiha got: "Ev proje, projeyeke Sûriyeyî bû ku di çarçoveya hilweşîna dewletê de derket û hewl da civakê biparêze, aştiya navxweyî misoger bike û rê li ber çareseriya siyasî ya berfireh veke."

Daxwaza berdana demildest

MSDyê daxwaz kir ku demildest Xesan Yûsif were berdan û hişyarî da ku berdewamiya girtina wî gaveke aloziyê ye û berpirsyariya wê li stûyê aliyê pêwendîdar e.

Di dawiya daxuyaniyê de MSDyê tekezî li ser çareseriya siyasî ya berfireh kir ku yekîtiya Sûriyeyê diparêze û daxwaza azadiyê ji bo hemû girtiyên siyasî kir.