Beşîr Hedad: Referandum çekek mezin e di destê Kurdan de

28-02-2019
RÛDAW
Nîşan Iraq Beşîr Hedad Kurd Kurdistan Referandum
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê, Beşîr Hedad ragihand ku Kurd, li Bexdayê ji beriya referandumê bi bandortir bûne û tekez kir, referanduma serxwebûnê çekek mezin e di destê Kurdan de.

 

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê, Beşîr Hedad, li paytext Hewlêrê, di panelekê de pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê nirxand. Di vê panelê de, Beşîr Hedad behsa bandora referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê li ser têkiliyên Hewlêr û Bexdayê kir.

 

Hedad got: “Piştî referandumê ku mirov diçû Bexdayê, bi taybetî jî ji PDKyiyan re êdî dibêjin ‘Ev referandumvan in, ev cudaxwaz in’. Lê belê niha li Bexdayê, giraniya Kurdan û Herêma Kurdistanê, ji beriya referandumê zêdetir bûye. Divê aliyên Kurdistanî bibin yek, eger ku bibin yek, dê li Bexdayê hin xurtir bibin.”

 

Beşîr Hedad, behsa hin hûrgiliyên civînên Komîteya Darayî ya Iraqê li ser mijara budceyê kir û got: “Di hevdîtinên li ser para budceyê ya Herêma Kurdistanê de digotin; ‘Kurdan mirin nîşanî me dan, da ku em bi enflonzeyê razî bibin.’ Bi rastî jî referandum, çekeke mezin e di destê me de.”

 

Beşîr Hedad, di berdewamiya axavtina xwe de serdana Serok Barzanî ya Bexdayê wek avantajekê destnîşan kir û got: “Piştî vê serdanê, bi hemû aliyan re pêwendiyên me xurttir bûn. Ji vê serdanê me du peyam wergirtin. Yek; niyeta baş a Hewlêrê ji Bexdayê re hate nîşandan, du; Hurmeta ku ji Serok Barzanî re hate nîşandan e. Ne serokê dewletekê be jî, li Bexda û Necefê bi maforê sor hate pêşwazîkirin. Ev jî tê vê wateyê ku yê Bexdayê dibêjin; ‘Kurd çiqas hewceyê me bin jî, em bêtir hewceyê Kurdan in’.”

 

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê, Beşîr Hedad herwiha da xuyakirin ku bêyî Kurdan, li Iraqê pêvajoya siyasî bi pêş nakeve û ewlehî û aramî pêk nayê û destnîşan kir ku her du alî jî hewceyê hev in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst