KURDISTAN – Wezareta Ewqafê bi rêya milkên xwe dahata salane zêde dike

Duhok (Rûdaw) - Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî ya Herêma Kurdistanê, hewil dide bi rêya milk û xaniyên xwe dahata salane zêde bike.

Li Herêma Kurdistanê 5 hezar û 621 milkên Wezareta Ewqafê hene ku ji wan 3 hezar û 314 zevî ne û 2 hezar û 307 jî dikan, otêl û xanî ne.

Kirêyên wan mal û milkan jî bi rêya rêvebeyên giştî tên wergirtin û dibin dahat bo Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî.

Lê ji ber girankirina kirêyan, dahata salane ya Wezareta Ewqafê milyarek û 500 milyon dinar e.

Rêveberên wê wezaretê jî dibêjin ku ew beşek ji wê dahatê, ji bo saziyên xwe bikartînin, û bi vî awayî jî karûbarên xwe rêk dixin.

Li Herêma Kurdistanê 8 ayîn tomarkirî ne ku rêveberî û nûnertiyên xwe li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî hene.