Wezareta Karên Derve ya Îranê li ser êrişan daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Îranê li ser êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li wî welatî daxuyaniyek belav kir.

Wezaretê ragihand ku Amerîka û Îsraîlê gelek binesaziyên parastinê û navendên sivîl ên li bajarên cuda yên Îranê kirine armanc.

Wezareta Karên Derve ya Îranê diyar kir ku ew êriş di demekê de hatine kirin ku Îran û Amerîka di nava dan û standinan de bûn.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de got, "Her çi qas me niyetên Amerîka û rejîma Siyonîst dizanibû û ji me re eşkere bû ku dê êrişî me bikin jî ji bo ku em ti hincetan nedin destê wan em tevlî dan û standinan bûn."

"Em ji her demê amadetir in"

Wezareta Karên Derve ya Îranê destnîşan kir ku ew niha mijûlî parastina welêt û rûbirûbûna êrişên leşkerî yên dijmin in û wiha pê de çû:

"Çawa ku em ji bo dan û standinan amade bûn, em ji bo parastinê jî ji her demê amadetir in.

Hêzên çekdar ên Komara Îslamî dê bi heybet bersiva êrişan bidin."

Banga li Neteweyên Yekbûyî

Wezareta Karên Derve ya Îranê bangî Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlehiyê kir ku destwerdana bilez bikin.

Her wiha bangî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Serokê Konseya Ewlehiyê kir ku erkên xwe bi cih bînin.

Di daxuyaniyê de bang li welatên endamên Neteweyên Yekbûyî û welatên Îslamî hat kirin ku êrişên li ser Îranê şermezar bikin û li dijî wan bertekên bilez nîşan bidin.

Wezaretê di dawiyê de tekez kir ku "bê guman wan êrişan aştî û ewlehiya navçeyê xistiye bin metirsiyeke bêhempa."