Li dibistan û zanîngehên Herêma Kurdistanê 4 rojan betlane hat ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezaretên Perwerde û Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî yên Herêma Kurdistanê 4 rojan betlane ragihand.

Betlane dê 1ê Adarê dest pê bike û heta 4ê Adarê bidome.

Di daxuyaniyeke hevpar de Wezareta Perwerdeyê û Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî biryara betlaneyê ji raya giştî re eşkere kir.

"Ji bo parastina silametiya xwendekaran"

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku betlane hemû navendên xwendinê li xwe digire û wiha hat gotin:

"Ji bo berjewendiya giştî û parastina silametiya mamoste û xwendekaran, ji Yekşemê 1ê Adara 2026an heta Çarşemê 4ê Adara 2026an li hemû navendên xwendinê yên Wezareta Perwerdeyê û Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ve (fermî, taybet û navneteweyî) betlane ye."

Ev biryar di demekê de hat dayîn ku ji ber şerê Amerîka û Îsraîlê yê li hemberî Îranê û bersivdana Îranê ya bi armancgirtina baregehên Amerîkayê yên li herêmê û Herêma Kurdistanê, rewşa herêmê di qonaxeke aloz de derbas dibe.