Pergala parastinê ya Koalîsyonê êrişên li Hewlêrê têk birin

Hewlêr (Rûdaw) - Pergala parastinê ya asmanî ya Koalîsyonê êrişên dronî yên li Hewlêrê têk bikirin.

Nûçegihanê Rûdawê yê li Hewlêrê ragihand ku çend caran êrişên dronî li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hatine kirin lê hemû tiştên ku hatine avêtin hatine têkşikandin û xistin xwarê.

Nûçegihanê Rûdawê yê Hewlêrê Ferhad Dolemerî li ser êrişan got:

"Îro çend êrişên dronî li baregeha Hevpeymanan a li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hatin kirin lê bi rêya pergala parastinê ya hêzên Koalîsyonê hemû tişt li asmanan hatin têkşikandin û xistin xwarê."

"Balafirgeh bi silamet e"

Nûçegihanê Rûdawê amaje pê kir, pergala parastinê ya Koalîsyonê li gel her êrişê çalak dibe û wan tiştan dixîne xwarê ku baregeha Koalîsyonê dikin hedef.

Dolemerî her wiha diyar kir, "Balafirgeh û malên derdora balafirgehê bi silamet in û ti ziyan negihiştiye wan."

Daxuyaniya Dijeterorê

Li aliyê din, Dijeterora Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku demjimêr 13:25an, hêzên Koalîsyonê hejmarek mûşek û dronên bombebarkirî li parêzgeha Hewlêrê têk şikandine û xistine xwarê.

Wekî ku Dijeterora Kurdistanê dibêje, di êrişan de ti ziyana canî û madî çênebûye.