Dije Terora Kurdistanê hişyarî da: Dema zengil lê da li cihên ewle bimînin
Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Dije Terorê ya Herêma Kurdistanê ji welatiyan xwest ku di dema lêdana zengilên hişyariyê de, ji bo parastina canê xwe li cihên ewle û guncaw bimînin.
Dije Terora Kurdistanê îro daxuyaniyek belav kir û tê de hişyariyên girîng dan.
Dije Terorê diyar kir, gava dengê zengilên hişyariyê hat bihîstin, divê welatî yekser rêbazên xweparastinê pêk bînin.
Li gorî daxuyaniyê, ev rêbaz ji bo wê yekê ne ku di dema bersivdana pergala parastina asmanî de, welatî rastî ti rûdanên nexwestî û zererên canî neyên.
"Parçeyên amûran ketine xwarê"
Dije Terora Kurdistanê her wiha eşkere kir ku li çend deveran parçeyên wan amûran ketine xwarê ku ji aliyê pergala parastinê ve hatine xistin.
Ji ber vê metirsiyê, hat ragihandin ku mayîna li cihên ewle û sergirtî ji bo selametiya canê her kesî gelekî girîng e.