Pergala parastinê ya Amerîkayê li Hewlêrê 6 êriş têk birin
Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Dijeterorê ya Kurdistanê ji welatiyan xwest ku dema zengila hişyariyê lê da xwe biparêzin.
Li gorî agahiyên Nûçegihanê Rûdawê, îro heta 6 êriş ji aliyê pergala parastina asmanî ya Amerîkayê ve hatine têkbirin.
Saziya Dijeterorê ya Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de bangî welatiyan kir,
Dijeterora Kurdistanê got, "Dema ku zengila hişyariyê lê da, li cihên guncaw xwe biparêzin da ku di dema têkbirina wan tiştan (dron û mûşek) ji aliyê pergala parastinê ve, hûn rûbirûyî zererên canî û rûdanên nexwestî nebin."
"Perçeyên wan ketin xwarê"
Saziya Dijeterorê diyar kir, armanca wan a ji vê hişyariyê ew e ku "Li çend cihan perçeyên wan tiştên têkşikestî ketine xwarê."
Her wiha Nûçegihanê Rûdawê yê li Hewlêrê Horvan Rifat ragihand:
"Heta niha 6 caran êrişî Balafirgeha Hewlêrê û Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê hatiye kirin."
Bi 27 dron û mûşekan êriş hatiye kirin
Li gorî agahiyên destpêkê yên Nûçegihanê Rûdawê, bi 27 dron û mûşekan êriş hatine kirin lê pergala parastinê bersiva hemûyan daye û ew hemû mûşek û dron hatine têkbirin.
Nûçegihanê Rûdawê da zanîn ku hêzên Amerîkayê di têkbirina êrişên Îranê yên li baregehên wan ên li Hewlêrê de, ev her du pergalên parastinê bi kar anîne:
Pergala C-RAMê
Ev pergala herî berbiçav e, ew dengê berdewam ê ku wekî "teqeya zincîreyî ya li pey hev" tê.
Karê vê pergala parastinê ew e ku mûşekên Katyuşayê û dronên biçûk ên li mesafeyên nêzîk têk bibe.
Pergala Patriotê
Amerîkayê ji 2020î ve (Piştî êrişa mûşekî ya Îranê ya li ser baregeha Eyn Esedê) pergala Patriotê li Hewlêrê bi cih kiriye.
Ev pergal ji bo têkbirina mûşekên balîstîk (wekî Fatih yan jî Zulfîqar) tê bikaranîn.