Navên qad û kolanên kurdî yên Ormiyê dê bên guhertin

28-03-2014
RÛDAW
A+ A-

Ormiye (Rûdaw) - Endamê Encumena Bajarê Ormiyê li Rojhilatê Kurdistanê got, navên ku “li dijî îslamê ne” dê li ser qad û kolanan werin rakirin.

Endamê Encumena Bajarê Ormiyê Murteza Pîrî, ragihand ku di encumenê de bi piraniya dengan biryar dane ku navên “ne îslamî” li ser qad û konalên Ormiyê werin rakirin û navên îslamî û qurbaniyên komara îslamî di şerên cuda de li wan qad û kolanan bikin.

Murteza Pîrî her wiha diyar kir ku dê navên gellek ji qad û meydanan bibe azerî û li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê di bernameya wan de tine ye ku navên kurdî danên ser qad û kolanên Ormiyê.

Ev yek di demekê de ye ku hejmara kurdan li wê parêzgehê ji hejmara azeryan zêdetir e.

Heyamekê beriya niha jî hêzên ewlehî yên komara îslamiya Îranê li Ormiyê navên kurdî yên tevahiya dikan û cihên bazirganî guhertibûn.

Herweha take enstîtoya kurdî ya wî bajarî ya bi navê Enstîtoya Ehmedê Xanî hate girêdan û çendîn kes ji endamên wê jî bi neçarî welat terikandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst