Ormiye (Rûdaw) – Li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, tirs ketiye nav welatiyan û dibêjin, bendava Mehabadê ji ber ava zêde qelişiye! Rayedarên bajêr jî vê yekê red dikin.
Ev çend roj in baranek xurt li piraniya Kurdistana mezin bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê dibare. Ji ber wê jî li gellek deveran lehî rabûye û ava çem û rûbaran zêde bûye.
Ava bendava Mehabadê jî ji ber baranê pir zêde bûye. Li gorî agahiyên ku li ser malperên civakî yên mîna Facebook û Telegramê hatine belavkirin, hinek welatî dibêjin, bendava Mehabadê qelişiye û welatî ji vê rewşê ditirsin.
Derheqê wan îdiayan de, berpirsê ava Mehabadê ragihandiye, tiştek bi bendava Mehabadê nehatiye û ava ku ji ber baran zêde bûye jî bi rêya deriyê bendavê re hatiye valakirin lewma ti metirsiyek li ser bendavê tine.
Berpirsê ava Mehabadê bang li welatiyên Mehabadî kiriye, guh nedin wan nûçeyên derew lê ji ber ku van rojana ava zêde ya bendavê tê valakirin, li derdora çem negerin, çimkî ava çem pir zêde bûye.
Bendava Mehabadê, sala 1969 ji aliyê pisporên Yoguslaviyayî ve hatiye çêkirin. Bilindiya bendavê 47.5 metre û dirêjiya wê jî 700 metre ye. Bendava Mehabadê li ser çemê Mehabadê hatiye çêkirin. Kapasîteya bendava Mehabadê 339 milyon metirkûp e ku yek ji bendavên pirav ên Îranê ye.
Çavkaniya çemê Mehabadê, çiyayên Serdeşt û Pîranşarê ne û ji yekbûna du rûbarên Bîtas û Dêbokr pêk tê. Çemê Mehabadê herî dawî dirije nav gola Ormiyê.

Bendava Mehabadê
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse