QERS – Geştyar eleqeyeke germ didin Muzeya Penîr

Hewlêr (Rûdaw) - Geştyarên xumalî û biyanî eleqeyeke germ nîşanî "Muzeya Penîr"  a 139 salî dan ku li gundê Bogatepe yê Qersê bi destê welatiyan hatiye nûkirin.

 

Li gundê Bogatepe ku bi penîrê xwe yê Gravyer gelekî navdar e, avahiya ku di 1880yan de hatiye çêkirin lêbelê ev demeke dirêj e nedihat bikarnîn, bi pêşengiya Komeleya Jîn û Jîngehê bi destê welatiyan hat restorekirin û dû re vegerandin muzeyê.

 

 

Di muzeyê de alav û amûrên ku di çêkirina penîr de tên bikaranîn ên wekî şehîna lîbre, depoyên qaşarê, aparatên kelandina gravyerê, koda dar a haveyn û qalibên xwê tên pêşandan. Bi pêşandana vê yekê jî armanc ew e ku mîrata çandî were naskirin û domandin.

 

 

Muze kesên ku bi taybetî bi Ekspersa Rojhilatê diçin herêmê, dike mêvan.

 

Seroka Komeleyê Zumran Omur ragihand ku di encama lêkolînê de wan zanî ku li gund 32 cure penîr heye.

 

Zumran Omur destnîşan kir ku wan li Bogatepeyê di 2010an da li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê yekemîn li dinyayê jî duyemîn muzeya ekopenîr ava kir û wiha got: "Hedefa me ew e ku em van 32 cure penêrîn xwe, çanda xwe bi nifşên nû bidin fêrkirin."

 

 

Omur diyar kir ku muze ji sala 2011an ve bi awayeke çala tê bikaranîn û wiha pê de çû: “Par bêtir hat bihîstin. Gelek geştyarên xumalî û biyanî hatin. Par 17 hezar kesan serdana muzeyê kir. Em li bendê ne ku îsal ev hejmar ji 20 hezarî bibihure, ji ber ku daxwaz zêde ye."

 

 

Seroka komeleyê Omur bal kişand ku muze bala geştyarên xumalî û biyanî gelekî dikişîne û wiha domand: “Di muzeyê de dîroka bav û kalên me, dîroka penîr, dîroka ku dijî heye. Li vê derê behsa penîr, gravyer tê kirin. Li vê derê behsa girîngiya wê yekê tê kirin ku divê 32 cure penîr neyê jibîrkirin, li vê derê herwiha behsa girîngiya nebatên tibî û serkeftina jinan tê kirin."