ICG: Bi pêşveçûna pêwnediyên PDK û YNKê Kurdistan bêtir parastî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpa Krîzên Navdewletî (ICG) derbarê Herêma Kurdistanê de raporek belav kir û têde rexne li PDK û YNKê digire ku nekarîne pêghea Kurd li Bexdayê bihêz bikin û biparêzin. Di raporê de herwiha hatiye gotin, “pêşveçûna pêwnediyên PDK û YNKê dibe sedem ku Kurdistan bêtir parastî be.”

 

Grûpa Krîzên Navdewletî (International Crisis Group) derbarê Herêma Kurdistanê de raporek belav kir û tê de amaje bi wê yekê daye ku herdu hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê û herwiha Parlamentoya Iraqê nîşan dane ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Herêma Kurdistanê hêzên serdest in.

 

Grûpa navbirî di raporê de bi hûrgilî behsa encamên referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê dike û dibêje, encamên xirab ên referandumê hebûn, bi awayekê ku sala 2017ê wek saleke karesat bo Herêma Kurdistanê pênas dike, bi taybetî ku Herêma Kurdistanê beşek ji axa xwe ji dest da û herwiha rûbirûyê guşareke zêde ji aliyê hikûmeta Bexda û welatên cîran ve bû.

 

Di raporê de behsa karvedanên nerênî yên referanduma serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê hatiye kirin û hatiye gotin: “Karvedanên nerênî yên referandumê serxwebûna Kurdistanê di sala 2017ê de, hevahengiya partiyan leqand, demokrasiya navxweyî ya partiyan lawaz kir û pêwnediya navbera partiyan jî sist û lawaz kiriye.”

 

Li gor raporê, sernekvtina referandumê, bûye sedema lawazbûna pêgeha danûstandkariya PDK û YNKê li gel Bexdayê. Ji bo çareseriya vê rewşê jî, Grûpa Krîzên Navdewletî dibêje: “Hilbijartinên 2018î nîşan dan ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di siyaseta Herêma Kurdistanê de hêzên cêgîr û serdest in. Hebûna dezgehên bihêz li Hewlêrê û nûbûna pêwendî û hemahengiyê di navbera partiyan de alîkariya Herêma Kurdistanê dide ji bo ku li gel Bexdayê bigihe lihevkirineke seqamgîr.”

 

Di çend beşên raporê de rexne li partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê tê girtin, bi taybetî jî PDK û YNK ku ji ber nakokiyên wan ên li ser çendîn mijaran, pêgeha Kurdan li Bexdayê lawaz kirine û herwiha nikarîne kar ji bo bihêzkirina pêgeha Kurdan li Bexdayê û herwiha pêşdebirina demokrasiyê li Herêma Kurdistanê bikin.

 

Di raporê de herwiha rexne li partiyên opozisyonê jî hatiye girtin û wiha hatiye nivîsîn: “Hêzên opozisyona Herêma Kurdistanê berbelav in û nikarin li stratejiyeke demdirêj bifikirin.”

 

Grûpa navbirî di rapora xwe de amaje bi wê yekê jî daye ku encamên referandumê PDK û YNK neçar kirine li avakirina herêma xwe bifikirin, hevpeymaniyê bikin û bi hev re kar bikin, ji ber ku rêkeftina yekalî ligel hêzên Erebî destkefteke bilez, lê ne demdirêj dibe.

 

Di beşeke din a raporê de hatiye gotin: “Egera pêşveçûna danûstandinên li gel Bexdayê û reforman, girêdayî dubare rêkxistina pêwendiyên PDKê û YNKê ye, çimku pêşveçûna pêwendiyên PDK û YNKê, Herêma Kurdistanê li hember metirsiyên derve bêtir diparêze û alîkariya herêmê jî dide daku rê li wan ziraran bigirin ku ji ber referandumê çê bûne.”

 

Grûpa Krîza Navdewletî amaje bi wê yekê jî kiriye ku divê Neteweyên Yekbûyî, bi alîakriya Amerîka û Yekîtiya Ewropayê, derfetên nû ku ji ber pêkanîna kabîneya hikûmeta nû li Hewlêrê hatine pêş, bikin derfet ji bo handana pêkanîna reforman di saziyên Herêma Kurdistanê de, herwiha ji bo ku Herêma Kurdistanê li gel Bexdayê li ser herdu kêşeyên sereke yên hilawîstî, dabeşkirina dahat û rewşa navçeyên nakok, bigihe lihevkirineke seqmgîr.

 

Grûpa Krîzên Navdewletî bal kişandiye ser wê yekê jî ku hatina Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ku nêzîkê Kurdan e derfetek aniye pêş ku pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê bên çareserkirin û divê Amerîka û Ewropa jî di nêzîkbûna Hewlêr û Bexdayê de rolekî aktîv bibînin.

 

Heman grûp destnîşan dike ku eger PDK û YNK li Bexdayê yekrêzî û yekbiryar nebin, nikarin vê derfetê bikar bînin.

 

Grûpa Krîzên Navdewletî, rêxistina navdewletî û nehikûmî ye û ofîsa wê ya sereke li Bruksel a paytexta Belcîkayê ye. Di sala 1995an de hatiye damezrandin û li çendîn welatên cîhanê, lêkolînên meydanî û serbixwe dike û ji bo çareserkirina pirsgirêkan, pêşniyaran dike û navbeynkariyeke rasterast û nerasterast li gel aliyên hikûmetê, rêxistinî û medyayî dike.