Kirmaşan û Urmiye jî di bin agir de ne: 13 welatiyên sivîl hatin kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Êrişên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê didomin. Roja înê û berê sibehê şemiyê, bi dehan cih li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatin bombebarankirin.
Îsraîlê ragihand ku ew dê armanckirina saziyên atomî û navendên pîşesaziyê bidomînin.
Rojhilatê Kurdistanê
Di roja 28an a şer de, bajarên Kirmaşan, Loristan û Urmiyeyê bûn armanca bombebaranan.
Li Kirmaşanê herî kêm sê caran li nav bajêr û nêzîkî navenda Fermandariya Supaya Pasdaran hate xistin.
Alîkarê Parêzgarê Kirmaşanê Behram Suleymanî ragihand ku li taxa Çiyagilanê zêdetirî 10 xanî hatine rûxandin û di encamê de 6 kesan canê xwe ji dest daye û 56 kes jî birîndar bûne.
Her wiha li gundê Karxaneyê yê Kengewerê jî 7 kes hatin kuştin.
Li bajarê Urmiyeyê avahiyek û baregeha El-Mehdî ya Pasdaran hatin bombebarankirin.
Li Loristanê jî navendeke ragihandinê ya radyoyî hate armanckirin ku bû sedema qutbûna peywendiyan li wê deverê.
Girtinên li Îlam û Urmiyeyê
Wezareta Îstîxbarata Îranê 8 kes li Mehabad, Çaldiran, Urmiye û Miyanduabê bi tohmeta "sîxuriya ji bo Îsraîlê" girtin.
Li parêzgeha Îlamê jî Supaya Pasdaran 51 kes bi tohmetên cuda (wekî xwenîşandan, girtina rêyan û şandina vîdeoyan ji medyayê re) girtin.
Rêxistinên mafên mirovan dibêjin ev girtin bê belge ne û piraniya wan girtiyên siyasî yên berê ne.
Saziyên atomî û pîşesazî bûn armanc
Li Tehranê taxên wekî Narmek, Zeferaniyye, Ekbatan, Pasdaran û hwd… û derdora Balafirgeha Mehrabadê hatin bombebarankirin.
Li parêzgeha Îsfehanê zêdetirî 10 cihan hatin armanckirin.
Navenda pîşesaziya polayê ya Îsfehan û Xûzistanê hatin rûxandin ku hilberîna polayê lê sekiniye.
Her wiha du stasyonên elektrîkê yên li Îsfehanê bi mûşekan hatin bombebarankirin.
Her wiha Navenda Pîşesaziya Atomî ya Arakê û stasyona Xendabê bûn armanc.
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku ev kargeh platînyûmê ji bo çekên atomî hildiberîne û çavkaniyeke mezin a dahatê ye.
Li Yezdê jî kargeha hilberîna "keka zer" hat bombebarankirin ku madeya sereke ya meyandina uranyûmê ye.
Rewşa radyasyonê
Li bajarê Qumê di encama bombebarana li devera Perdisanê de 15 kesan canê xwe ji dest da.
Her wiha li Tebrîz, Merend û peravên Bûşehrê jî li hinek baregehên serbazî hate xistin.
Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) ragihand ku Îranê ew ji êrişeke nû ya li ser stasyona atomî ya Bûşehrê agahdar kirine.
Ev di nava 10 rojan de êrişa sêyem e li ser wê stasyonê. IAEAyê tekez kir ku heta niha ti belavbûna radyasyonê pêk nehatiye.