Qubad Talebanî: Em êrişa li ser mala Nêçîrvan Barzanî bi tundî şermezar dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî derbarê êrişa li mala Nêçîrvan Barzanî got, “Ev bipêşketineke metirsîdar e û em wê bi tundî şermezar dikin.”

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî derbarê armancgirtina mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê peyamek belav kir.

Qubad Talebanî di peyama xwe de diyar kir, “Armancgirtina mala Birêz Kak Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê, bipêşketineke metirsîdar e û em bi tundî şermezar dikin.”

Gefên komên çekdar

Qubad Talebanî her wiha li ser rewşa ewlehiyê got, “Em bi bîra hikûmeta federal dixin, komên çekdar ên neyasayî bûne çavkaniya gefê li ser aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê û Îraqê.”

Qubad Talebanî hişyarî da û got, “Eger alozîger yekser neyên rawestandin û rûbirûyî cezakirinê nebin, ez piştrast im ku sibe dê bibin gefeke metirsîdartir li ser mal û canê berpirs û saziyên fermî yên li beşên din ên Îraqê.”

Sûdanî bi Nêçîrvan Barzanî re axivî

Her îro Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi rêya telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re axivî.

Sûdanî êrişa ku li Dihokê hatibû kirin bi tundî şermezar kir û biryar da ku ji bo lêkolînkirina bûyerê komîteyeke hevbeş were avakirin.