Êrişî Balafirgeha Kerkûkê hat kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Ragihandinê yê Balafirgeha Navneteweyî ya Kerkûkê ragihand ku beşa leşkerî ya balafirgehê ducare hatiye hedefgirtin lê êrişê ti zerer nedaye beşa sivîl a balafirgehê.
Birêvebirê Ragihandinê yê Balafirgeha Kerkûkê Herdî Semed li ser êrişa li Balafirgeha Kerkûkê ji Rûdawê re axivî.
Herdî Semed got, "Ew cihê ku bûye hedef beşa leşkerî ye.
Ew der du-sê kîlometreyan ji balafirgeha sivîl dûr e, loma ti zerer negihîştiye balafirgeha sivîlan."
Hêzên li balafirgehê
Herdî Semed derbarê wan hêzên ku li wî cihî bi cih bûne diyar kir ku li beşa ku bûye hedef "Hêzên Asmanî yên Îraqê, Artêşa Îraqê û Heşdî Şabî" hene.
Birêvebirê Ragihandinê yê Balafirgeha Kerkûkê li ser qebareya zereran û hûrgiliyên êrişê jî got:
"Em heta niha nizanin bê ka zerer çi ne lê ew der ducare hat hedefgirtin."
Balafirgeha Navneteweyî ya Kerkûkê li başûrê rojavayê bajêr e.
Ev balafirgeh xeyn ji geştên sivîl, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îraqê ve wekî baregeheke leşkerî jî tê bikaranîn.