Hevpeymaniya Ezimê: Êrişa li ser mala Nêçîrvan Barzanî binpêkirineke metirsîdar e

Hewlêr (Rûdaw) - Hevpeymaniya Ezimê bi tundî êrişa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li parêzgeha Dihokê şermezar kir.

Hevpeymaniyê ragihand ku ev êriş "binpêkirineke metirsîdar e" û gefê li ewlehî û aramiya welat dixwe.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevpeymaniya Ezimê derbarê êrişa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê ya li Dihokê daxuyaniyek belav kir.

Hevpeymaniya Ezimê di daxuyaniyê de got, "Ev êriş dê bibe sedema têkdana hewlên aramkirinê û parastina aştiya navxwe ya Îraqê."

Daxwaza cezakirina berpirsên êrişê

Hevpeymaniyê tekez kir ku divê bi lez hûrgiliyên bûyerê werin eşkerekirin û ew aliyên ku li pişt êrişê ne li gorî yasayan werin ceza kirin.

Hevpeymaniyê her wiha amaje bi girîngiya xurtkirina hevahengiya di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kir ku "ji bo piştrastbûna ji ducarenebûna van cure karan û parastina saziyan û canê welatiyan."

"Bila Îraq nekeve nav nakokiyên herêmî"

Di beşeke din a daxuyaniyê de Hevpeymaniya Ezimê li ser her hewlên ku Îraqê bikişîne nav nakokiyên herêmî hişyarî da.

Hevpeymaniyê daxwaz kir ku eniya navxwe ya welat were xurtkirin.

Hevpeymaniyê destnîşan kir ku divê ji bo parastina ewlehiya niştimanî û aramiya Îraqê zimanê diyalog û aramkirinê serdest be.