Macron êrişa li mala Nêçîrvan Barzanî hatiye kirin şermezar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron êrişa li mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hatiye kirin bi tundî şermezar kir û piştevaniya welatê xwe ducare kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron îro bi telefonê axivîn.

Macron di pêwendiya bi telefonê de, bi tundî ew êrişa bi dronê ya ku îro li Dihokê li mala Serok Nêçîrvan Barzanî hat kirin şermezar kir.

Her wiha wî piştgiriya welatê xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê û Îraqê ducare kir.

Sersaxî ji bo Pêşmergeyên şehîd

Serokkomarê Fransayê sersaxî da Nêçîrvan Barzanî û malbatên wan Pêşmergeyên ku 24ê vê mehê di êrişa bi mûşekan a Îranê ya li Soranê de şehîd bûbûn.

Macron ji bo birîndaran jî daxwaza şîfaya bilez kir.

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî ji ber telefon û piştgiriya Fransayê û helwestên wê yên navneteweyî yên li hemberî Îraq û Herêma Kurdistanê spasiya Macron kir.

Hewldanên dîplomatîk

her du serokan di beşeke din a axaftinê de, rûdanên dawî yên şer û encamên wan gotûbêj kirin.

Her du aliyan tekezî li ser girîngiya zêdekirina hewldanên dîplomatîk ên ji bo bidawîkirina şer kir.

Li aliyê din, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li se

r hesabê xwe yê Xê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Macron di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re axiviye û got:

"Ez bi Serokê Herêma Xweser a Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî re axivîm.

Min piştgiriya xwe ya ji bo wî, piştî wê êrişa nayêqebûlkirin a ku vê sibehê li Dihokê li dijî mala wî pêk hat ragihand."

"Ev rûdaneke gelekî metirsîdar e"

Macron di berdewamiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrişên din ên li ser saziyên Herêma Kurdistanê û Îraqê û pê de çû:

"Ev rûdan gelekî metirsîdar li ser zêdebûna êrişên li dijî saziyên Îraqê zêde dibe.

Wekî wê êrişa ku vê hefteyê bû sedema mirina 6 Pêşmergeyan û min ji bo wê sersaxiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin."

"Divê Îraq nekeve nav aloziyan"

Serokkomarê Fransayê xwest ku rê li ber belavbûna şer bê girtin û anî zimên:

"Serweriya Îraqê û Kurdistana di nav wê de, ji bo aramiya herêmî pêwîst e.

Divê her tişt were kirin da ku rê li ber kişandina Îraqê ya bo nava aloziyên heyî were girtin.

Fransa dê li kêleka hevparên xwe yên Îraqî bimîne."