Emar Hekîm: Êrişa li mala Nêçîrvan Barzanî binpêkirina serweriya Îraqê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Tevgera Hîkmetê ya Niştimanî ya Îraqê Emar Hekîm êrişa li mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kir û got, "Êrişa li  mala Nêçîrvan Barzanî binpêkirina serweriya Îraqê ye"

Serokê Tevgera Hîkmetê ya Niştimanî ya Îraqê Emar Hekîm derbarê êrişa li mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir.

Emar Hekîm di peyama xwe de got, "Ez bi tundî wê destdirêjiya ku li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li parêzgeha Dihokê hat kirin şermezar dikim."

Emar Hekîm ragihand ku ev êriş "karekî metirsîdar e" û binpêkirina serweriya niştimanî ya Îraqê ye.

Hekîm her wiha diyarkir ku karên bi vî rengî gefê li ewlehî û aramiya Îraqê dixwin û daxwaz kir ku ji bo parastina ewlehiya welat hewlên ewlehiyê bên zêdekirin.

Sudanî û Nêçîrvan Barzanî bi telefonê axivîn

Ev helwesta Emar Hekîm di demekê de ye ku her îro Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sudanî di pêwendiyeke telefonî de li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, êriş şermezar kir.

Sudanî tekezî li ser wê yekê kir ku ew rê nadin ti aliyên navxwe yan jî yê derve ku Îraqê bikişîne nav alozî û şerên herêmê.

Sudanî di wê pêwendiyê de ferman da ku di navbera Bexda û Hewlêrê de "tîmeke ewlehî û teknîkî ya hevbeş" were avakirin da ku li ser hûrgiliyên êrişê lêkolînê bikin.

Armanca komîteyê ew e ku kesên vê êrişê kiriye diyar bikin da ku li ber dadgehê bên darizandin.

Hevpeymaniya Ezimê: Aştiya navxwe di metirsiyê de ye

Hevdemê karvedanên li Bexdayê, Hevpeymaniya Ezimê jî di daxuyaniyekê de êrişa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê wekî "binpêkirineke metirsîdar" bi nav kir.

Hevpeymaniyê tekez kir ku karên bi vî rengî hewlên aramî û parastina aştiya navxwe têk didin.

Hevpeymaniya Ezimê ji bo rêlibergirtina ducarebûna van êrişan, daxwaza hevahengiyeke zêdetir a di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kir.