Federasyona Jinan a Kurdistanê: Êrişa li mala Nêçîrvan Barzanî binpêkirina xetên sor e
Hewlêr (Rûdaw) - Federasyona Jinan a Kurdistanê ya Diyasporayê, êrişa li mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li parêzgeha Dihokê bi tundî şermezar kir.
Federasyonê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev kiryara wêranker ne tenê êrişeke li ser kesayetiyekî siyasî ye, di heman demê de hewldaneke bêencam a ji bo têkdana aramiya Herêma Kurdistanê û belavkirina aloziyan e.
“Êriş binpêkirina xetên sor e”
Federasyona Jinan a Kurdistanê ya Diyasporayê ragihand ku "Êrişkirina ser mala Serokê Herêmê yê ku her tim wekî parêzvanê aştî û yekîtiya niştimanî tê naskirin binpêkirina hemû xetên sor e."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev kiryar ji bo her ferdê Kurd ê li her derê cîhanê peyameke dijminane ye.
Federasyonê destnîşan kir ku "Ev êrişa derve nîşaneya binpêkirina eşkere ya hemû pîwer û yasayên navneteweyî yên derbarê serweriya Kurdistanê de ye."
Her wiha hat gotin ku "Divê neyar fêm bikin ku axa Kurdistanê ne qada ceribandina çekan û şerê hêzê ye.”