Xemîs Xencer: Êrişa li mala Nêçîrvan Barzanî sûcekî terorîstî ye
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Serweriyê ya Îraqê Xemîs Xencer diyar kir ku êrişa li mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê "sûcekî terorîstî" ye.
Serokê Partiya Wetenê Meşan Cibûrî jî got, "Ev êriş nîşaneya kîn û nefreta komên pêbend e."
Serokê Partiya Serweriyê Xemis Xencer derbarê êrişa li mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir.
Xencer got, "Ev êrişa terorîstî destdirêjiyeke eşkere ye li ser ewlehî û aramiya Îraqê.
Ev êriş careke din metirsiya hêzên 'derveyî dewletê' ya li ser dezgehên rewa û sembolên welêt nîşan dide."
‘Nêçîrvan Barzanî pira lihevkirina Hewlêr û Bexdayê ye’
Xemis Xencer bal kişand ser rola Serokê Herêma Kurdistanê û anî zimên:
"Nêçîrvan Barzanî di salên borî de her tim dengê piştgiriya diyalogê û pira lihevtêgihiştina navbera Hewlêr û Bexdayê bûye."
Xemcer her wiha destnîşan kir ku ev êriş beşek in ji zincîra êrişên berdewam ên li ser Hewlêr û Hêzên Pêşmergeyan ku armanca wan têkdana ewlehiya niştimanî ye.
Xencer daxwaz ji dezgehên ewlehiyê kir ku rêkarên bilez û tund bigirin.
Meşean Cibûrî: Êrişkar amûrên destê Îranê ne
Serokê Partiya Wetenê Meşan Cibûrî jî li ser hesabê xwe yê platforma Xê peyamek belav kir û got:
"Ew destdirêjiya neheq a li mala Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê, qebareya kîn û nefreta di mejî û dilê wan kesan de nîşan dide ku bûne amûrên erzan ên di destê axayên xwe yên Îranî de."
Meşean Cibûrî hişyarî da û got, "Ev kom niha bûne metirsî li ser aştiya civakî û ewlehiya Îraq û Herêma Kurdistanê."