DEM Partiyê êrişa li dijî mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kir
Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan êrişa li dijî mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şermezar kir.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan derbarê êrişên îro yên li Dihok û Hewlêrê de daxuyaniyek da.
"Em bi tundî şermezar dikin"
Hatîmogullari û Bakirhan di daxuyaniya xwe de êrişa li dijî mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şermezar kir û got:
"Em wan êrişan bi tundî şermezar dikin ku îro ji aliyê hêzên girêdayî Îranê ve li Dihok û Hewlêrê hatin kirin.
"Em bombebarankirina mala Rêzdar Nêçîrvan Barzanî jî şermezar dikin û em silametiyê ji Birêvebiriya Herêma Kurdistanê re dixwazin."
"Divê Îran daxuyaniyekê bide"
Hevserokan diyar kir ku ew ji ber êrişên hefteyên dawî yên li Herêma Kurdistanê gelekî dilgiran û xemgîn in.
Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan got:
"Birêvebiriya Îranê êrişên çend roj berê yên li Hewlêrê wekî 'xeletî' pênase kirin û soza lêpirsînê da.
Divê heman birêvebirî ji bo êrişên îro jî demildest daxuyaniyekê bide û pêwîst e cezayên pêwîst bi kar bîne."
"Em dê têkoşîna xwe bidomînin"
Di dawiya daxuyaniyê de behsa bedêlên Herêma Kurdistanê hat kirin û hat gotin:
"Herêma Kurdistanê bi bedêlên mezin gihîştiye van rojan. Eşkere ye ku bi van êrişan tê xwestin ku şer û pevçûn li herêmê jî belav bibin."
Di daxuyaniyê de peyama piştgiriyê hat dayîn:
"Li hemberî vê zîhniyeta ku hewl dide cografyaya Kurdistanê bikişîne nav şer, em dê wekî doh îro jî di nava piştgiriyê de têkoşîna xwe bidomînin."