Bafil Talebanî êrişa li mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, êrişa li mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê bi tundî şermezar kir.

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî derbarê êrişa li mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir.

Bafil Talebanî di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku "kiryarên bi vî rengî nayên qebûlkirin û ji bo ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê gef in."

Daxwaza lêpirsîna hevpar

Talebanî destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin serweriya qanûnê û wiha got:

"Em ji bo tespîtkirina kiryarên vê bûyerê û ji bo ku bê guman werin darizandin, daxwaza lêpirsîneke hevpar dikin.

Em amade ne ku bi her awayî ji bo vê pêvajoyê piştgiriyê bidin."

'Divê rê li ber aloziyan were girtin'

Serokê YNKyê her wiha bangî hemû aliyan kir ku ji bo parastina aramiyê bixebitin û got:

"Pêwîst e em bi hemû aliyan re bixebitin da ku rê li ber her kes û aliyî were girtin ku hewl dide aloziyan zêde bike yan jî rewşê bêtir aloz bike."