Amarên mehekê: Herêma Kurdistanê bi 460 dron û mûşekan hat armanckirin

Hewlêr (Rûdaw) – Di ser Şerê Îran – Îsraîl û Amerîkayê re mehek derbas bû û di heyama vê mehê de Herêma Kurdistanê bi 460 dron û mûşekan hat armankirin.

Li gorî zanyariyê Rûdawê, ji destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê Herêma Kurdistanê bi 460 dron û mûşekan hatiye armanckirin.

Di encama van êrişan de 14 kes şehîd ketine û û 85 kes jî birîndar bûne.

Dabeşbûna êrişan li gorî parêzgehan

Li gorî amaran, herî zêde li parêzgeha Hewlêrê hatiye xistin:

Hewlêr û derdora wê: 358 dron û mûşek.

Silêmanî: 93 dron û mûşek.

Dihok: 7 dron.

Helebce: 2 dron.

Di sê rojên borî de hejmara êrişên li ser Herêma Kurdistanê li beramberî heftiyên berê hinekî kêm bûye.

Êrişên dawî

Hewlêr: Îro saet li dora 10:30an bi dronekê êriş hate kirin lê drona li asman ji aliyê pergala parastinê ve hate xistin.

Xelîfan: Şeva borî 2 dron li nêzîkî gundên Dolî Biyawê ketin xwarê û ti zirerên canî çênebûn.

Silêmanî: Berê sibehê 27ê Adarê dronek li nav bajêr ket û agir jê bilind bû.

Helebce: Li Hewramanê dengê 3 teqînan hat bihîstin lê berpirsên herêmê diyar kir ku ev deng ji ber bombebarana li aliyê Rojhilatê Kurdistanê bûye.

Amarên şehîd û birîndaran

Ji 28ê Sibatê ve 14 kes şehîd ketine

  • 6 Pêşmergeyên Fermandariya Herêma Yekê li Xelîfanê şehîd ketin.
  • Karmende asayîşê li Balafirgeha Hewlêrê şehîd ket.
  • 6 Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêr, Silêmanî û Başîkê şehîd ketine.
  • Fermandarekî Fransayê

Ji 85 birîndaran 13 kes sivîl in. Di nav birîndaran de 30 Pêşmergeyên Fermandariya Herêma Yekê, 3 karmendên asayîşê, parêzvanên taybet ên Neteweyên Yekbûyî yên li Silêmaniyê, karmendên Parastina Şaristaniyê ya Xelîfanê û 5 leşkerên Fransayî hene.

Deverên ku hatine bombebarankirin

Hewlêr: Spîlk, Mela Qere, Karêzan, Kaniya Qirjalê, Dream City, Kesnezan, Pîrzîn, Fermamberan, Gêzne, Behirke, Enkawa, Xelîfan, Balafirgeha Hewlêrê, Dêgele, Çoman û Soran.

Silêmanî: Mêrgepan, Qalawe, Taxa Beranan, Şeqama 60 Metrî, gundên Zirgwêz û Zirgwêzele, Sûrdash, Kifrî, Taslûce û Çiyayê Zimnako.

Dihok û Helebce: Qada Petrolê ya Sersingê, Kampa Bacid Kandalê, derdora Akrê û Berdereşê û her wiha Çiyayê Şinrûyê.

Êrişên li ser Herêma Kurdistanê ji roja yekem a şer (28ê Sibatê) ve bê navber didomin.