Nêçîrvan Barzanî: Mijar ne şexsî ye, armanc pêgeha Serokê Herêmê ye
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê êrişa li mala xwe ji Rûdawê re got, "Mijar ne şexsî ye, armanc pêgeha Serokê Herêmê ye."
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, beşdarî bultena demjimêr 20:00î ya Tora Medyayî ya Rûdawê bû ku Şaho Emîn pêşkêş dike.
Barzanî bi rêya pêwendiya telefonî derbarê êrişa li ser mala xwe ya li Dihokê agahî dan û diyar kir ku mijar ne şexsî ye û ev êriş "ji bo hemû Îraqê bi giştî bipêşketineke metirsîdar e."
Serokê Herêma Kurdistanê got, "Pêwîst e Hikûmeta Federal a Îraqê bi awayekî gelekî cidî li ser vê mijarê bifikire; li ser mijara wan kesên ku maf bidin xwe û li derveyî yasayê êrişî sazî û dezgehên dewleta Îraqê bikin."
Nêçîrvan Barzanî spasiya piştgiriya navxweyî û navneteweyî kir û destnîşan kir ku "ev piştgirî ji bo me hêzeke mezin e."
Rûdaw: Îro êrişî mala cenabê we ya li Dihokê hat kirin. Li ser asta Îraq, Kurdistan û navneteweyî bertekên zêde hene. Kesên ku ji te hez dikin gelekî di bin bandora vê bûyerê de mane. Her kes di wê baweriyê de ye ku armancgirtina mala we, lêdanek e li aştiyê û ramanê redkirina şer hatiye hedefgirtin. Tu li vê piştgirî û dilsoziyê çawa dinêrî?
Nêçîrvan Barzanî: Berî ku ez dest pê bikim, ez dixwazim spasiya hemû aliyan bikim. Bi rastî min gelek caran gotiye, ev piştgirî bi xwe ji bo me hêzeke mezin e. Tiştê ku ez dibînim, piştgiriya hemû gelê Kurdistanê ya bi awayekî giştî li Hewlêr, Dihok, Silêmanî, Germiyan û Zaxoyê ye. Ev cihê rêz û pêzanînê ye, spasiya min û hezkirina min ji bo hemû aliyan heye.
Ez bi vê derfetê sersaxiyê ji bo kesûkarên hemû şehîdan dişînim ku di vê demê de şehîd ketine û hêviya başbûnê ji bo hemû birîndaran dixwazim. Mijar ne şexsî ye, ev ji bo hemû Îraqê bi awayekî giştî bipêşketineke metirsîdar e.
Binêre, ew komên ku ji yasayê derketine, wî mafî bidin xwe ku êrişî şûnekê bikin ku şûna Serokê Herêmê ye. Serokê Herêmê ne wekî kesekî, lê wekî pêgehekê ku li gorî destûra Îraqê jî pêgeh û cihê xwe heye. Ew mafî bidin xwe ku wê pêgehê bikin armanc. Lewma mijar ne şexsî ye, ev bipêşketineke metirsîdar e.
Bi spasî, vê sibehê dema ku Birêz Serokwezîrê Îraqê ev bûyer bihîst, pêwendî danî û dilgiraniya xwe diyar kir û êriş şermezar kir. Ev yek careke din nîşanî me dide ku bi rastî pêwîst e Hikûmeta Federal a Îraqê bi awayekî gelekî cidî li ser vê mijarê bifikire. Li ser mijara kesên ku heqî bidin xwe û li derveyî yasayê êrişî sazî û dezgehên dewleta Îraqê bikin. Divê sînorek ji bo wan kesên ku li derveyî yasayê tevdigerin were danîn.
Rûdaw: Ez gelekî spasiya we dikim, gotinên we bi zelalî gihîştin me.
Nêçîrvan Barzanî: Ez gelekî kêfxweş bûm ku bi rêya ekranên we, spasiya hemû aliyan bikim; aliyên derve û navxwe, bi taybetî xelkê xoşewîst ê Kurdistanê ji Zaxoyê heta Xaneqînê. Spas ji Xwedê re ku tiştek bi ti kesî nehatiye. Xanî hatiye wêrankirin, ew ne kêşeyeke ew qas mezin e.
Eger tu wê bi birîndarbûna Pêşmergeyekî yan bi xwîna her şehîdekî bidî ber hev, ev (xanî) tiştekî bêqîmet e. Ew kesên ku dixebitîn û mala paqij dikirin jî, spas ji Xwedê re ti kes li wê derê nebû. Ez spasiya hemû aliyan dikim û spasiya xelkê Herêma Kurdistanê dikim ji Zaxoyê heta Xaneqînê.