Mezlûm Ebdî li ser êrişa li mala Nêçîrvan Barzanî hatiye kirin daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, êrişa bi dronê ya li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê bi tundî şermezar kir.
Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê êrişa li ser mala Nêçîrvan Barzanî de peyamek belav kir û piştgiriya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê nîşan da.
"Em dê her tim li kêleka Herêma Kurdistanê bin"
Fermandarê Giştî yê HSDyê di destpêka peyama xwe de êriş şermezar kir û got, "Em êrişa li dijî mala Serokê Herêma Kurdistanê Kak Nêçîrvan Barzanî şermezar dikin."
Mezlûm Ebdî di berdewamiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew li dijî her cure êriş û gefan li gel Herêma Kurdistanê ne û tekez kir:
"Li beramberî gef û êrişan, em dê her tim li kêleka gel û rêveberiya Herêma Kurdistanê bin."
"Aramiya wê aramiya tevahiya Kurdan e"
Mezlûm Ebdî bal kişand ser ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê jî û girîngiya wê ya ji bo hemû Kurdan anî zimên.
Mezlûm Ebdî got, "Ewlehiyta Başûrê Kurdistanê erkê hemûyan e û aramiya wê aramiya tevahiya Kurdan û herêmê ye."
Bertekên li dijî êrişê didomin
Mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê, îro rastî êrişeke asmanî ya dronê hat.
Ji ber ku roja bêhnvedanê bû kes di malê de nebû û di êrişê de ti zererên canî çênebûn.