Hakan Fîdan êrişa li ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kir
Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan êrişa li mala Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê şermezar kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi telefonê axivîn.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser pêwendiya telefonî ya Nêçîrvan Barzanî û Hakan Fîdan daxuyanî da.
"Piştgiriya Tirkiyeyê ji bo aramiya Herêma Kurdistanê"
Li gorî daxuyaniyê, Hakan Fîdan bi tundî êrişa dronî ya ku îro li ser mala Serok Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê hatibû kirin şermezar kir.
Fîdan her wiha piştgiriya welatê xwe ya ji bo parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê û Îraqê tekez kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî jî ji bo vê pêwendiyê û helwesta Tirkiyeyê ya ji bo şermezarkirina êrişê spasiya Hakan Fîdan kir.
Rewşa herêmê û hevahengî
Li gorî daxuyaniyê, di beşeke din a pêwendiyê de, bipêşketinên herî dawî yên rewşa herêmê hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan tekezî li ser giringiya hevkarî û hevahengiyê ya ji bo parastina aramiyê kir.