Supaya Pasdaran derbarê êrişa li ser mala Nêçîrvan Barzanî daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê êrişa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan barzanî wekî "karekî terorîstî" pênase kir.
Supaya Pasdaran a Îranê derbarê êrişa dronî ya li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek belav kir.
Beşa Pêwendiyên Giştî ya Supaya Pasdaran a Îranê di daxuyaniya xwe de ragihand:
"Êrişa dronî ya li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê ya li Dihokê, belgeya karê terorîstî yê dijminên êrişkar e.
Me mîna vê yekê di terorkirina nemerdane ya berpirsên bilind û xelkê bêguneh ê Îranê de ji aliyê artêşên terorîst ên Amerîka û siyonîzmê ve dîtibû."
"Dixwazin zererê bidin aramiyê"
Supaya Pasdaran destnîşan kir ku ev "karekî terorîstî" nîşaneya hewildanên qirêj ên "dijminên şerxwaz" e.
Li gorî daxuyaniyê, "armanca êrişkarên şerxwaz ew e ku zererê bidin aştî, aramî û hevkariya herêmî ya di navbera Herêma Kurdistanê û welatên cîran de."
"Em amade ne cîranan biparêzin"
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Supaya Pasdaran vê êrişê bi tundî şermezar dike.
Îranê her wiha amadehiya xwe diyar kir ku bi rêya xurtkirina hevkariya ewlehiyê û pêkanîna "mertaleke parastinê ya komî" li herêmê, asayîşa cîranan li hemberî "şerxwaziya artêşa Amerîka û rejîma siyonîst" biparêze.