Dizan li Amedê berê xwe daye zêringeran: Kîloyek zêr dizîn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sûrê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 2 kesên ku rûyên xwe girtibûn bi çekan çûn nav zêringerekî.
Wan derdora kîloyek zêr dizî û reviyan.
Her wiha li navçeya Bismilê jî 3 kesên ku hîcab li xwe kiribû hewl da zêringerekî bişelînin.
Piştî ku xwediyê dikanê li ber xwe da, wan bi çekê ew birîndar kir û reviyan.
Bihabûna zêr a li bazaran çavê dizan sor kiriye û bûyerên şelandina zêringeran zêde kirine.
Tenê doh li navçeyên Sûr û Bismilê yên Amedê 2 zêringer bûn armanca dizan.
Diz ji bo şelandina zêringeran rêyên cuda diceribînin.
Vê yekê dilgiraniyên ewlehiyê yên di nav zêringeran de zêde kirine.
Kîloyek zêr dizîn
Bûyera yekem li taxa Melîk Ehmedê ya navçeya Sûrê çêbû.
Du kesên çekdar ên ku rûyên xwe girtibûn ketin dikana zêringerê bi navê Vasif Arslan.
Di navbera xwediyê dikanê û dizan de pevçûnek derket.
Vasif Arslan ji bo parastina dikana xwe li ber xwe da û wî çeka di destê yekî de ji destê wî xist.
Lê belê dizan bi ser wî de girt û wan dîsa çek stand.
Dizan di wê aloziyê de nêzîkî kîloyek zêr, gustîl û gerdenî xistin çenteyê xwe.
Piştî ku wan çend gule ber bi hewayê ve berdan, ji cihê bûyerê reviyan.
Dîmenên dema bûyerê û pevçûna zêringer a bi her du dizan re kêlî bi kêlî ji aliyê kamerayên çavdêriyê yên dikanê ve hatin tomarkirin.
Bi hîcabê ketin dikanê
Bûyereke din a şelandinê jî li Cadeya Azadiyê ya navçeya Bismilê rû da.
Sê kesên ku ji bo xwe veşêrin hîcab li xwe kiribûn, bi çekan êrişî dikana zêringer Ferhat Çelebiyê 30 salî kir.
Piştî ku Ferhat Çelebî li ber xwe da û wî nexwest zêran bide wan, dizan bi çekê gule lê reşandin.
Çelebî ji lingê xwe birîndar bû û diz bêyî ku tiştekî ji dikanê bibin ji cihê bûyerê reviyan.
Tîmên tenduristiyê Ferhat Çelebî veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê.
Hat ragihandin ku rewşa wî ya tenduristiyê baş e.
Operasyon didomin
Hêzên ewlehiyê yên Amedê li ser her du bûyeran dest bi lêpirsîneke berfireh kir.
Ji bo naskirin û desteserkirina tawanbarên ku li Sûrê kîloyek zêr biriye û yên ku li Bismilê zêringer birîndar kiriye xebat didomin.
Hêzên ewlehiyê dîmenên kamerayên ewlehiyê lêkolîn dikin û operasyonên wan didomin.
Zêringerê li navçeya Sûrê Vasif Arslan, dema rûdana bûyerê wiha vegot:
"Min dît ku du kesên rûyê xwe girtibû û çek di destê wan de bû ketin hundir.
Wan berê çekê dan min û got xwe dirêjî erdê bike.
Wan bi qêrîn ji min re got xwe dirêj bike.
Wê kêliyê em ketin nav pevçûnê û min çeka di destê wan de ji wan stand.
Min 2-3 caran bi çekê li milê yekî xist.
Dîsa her duyan bi hev re êrişî min kir û ez bêbandor kirim, wan çek dîsa ji destê min wergirt.
Pişt re yê çekdar ji yê din re got çenteyê hilde û biçe ser vîtrînê.
Min jî di wê aloziyê de 2-3 caran bişkoka ewlehiyê pêl kir.
Dema ku ez bi gumanbarê çekdar re pev diçûm, ê din hewl dida zêrên di vîtrînê de bibe.
Ez jî ber bi vîtrînê ve çûm, min hewl da wan asteng bikim û ez rûbirûyî wan bûm.
Gumanbaran pişt re nêzîkî kîloyek zêrê min bir û reviyan. Dema ku direviyan jî gule berdan."