Amed mazûvaniya konferansa yekîtiyê dike: Çav li encamnameyê ye
Amed (Rûdaw) - Ji bo avakirina deng û temsîliyeta hevpar û yekgirtî ya Kurdan, li bajarê Amedê "Konferansa Damezirandina Platforma Neteweyî ya Kurdan" tê lidarxistin.
Armanca sereke ya vê konferansê ew e ku di qada neteweyî û navneteweyî de ji bo mafên Kurdan mekanîzmayeke hevpar a temsîliyetê were avakirin.
Di konferansa ku dê du rojan bidome de, wekî çavdêr nûnerên partiyên siyasî, kesayetên serbixwe, komele û saziyên civakî amade bûn.
Beşdar li ser rê û rêbaz û nexşerêyeke nû ji bo têkoşîna mafên Kurdan gotûbêjan dikin.
"Xewna Ehmedê Xanî pêk tê"
Endamê Platformê Baha Mutlu li ser giringiya yekrêziyê got, “Xewneke Ehmedê Xanî hebû; digot eger îtîfaqeke me heba. Înşallah ew xewn îro pêk tê.
Em dixwazin di nav hêz, kom û rêxistinên Kurdan de yekîtiyekê çêkin da ku her kes di bin sîwanekê de bibe navend ji bo mixetabiyetê.”
"Qonaxeke nû ji bo Kurdan"
Beşdarên konferansê avakirina vê platformê wekî qonaxeke nû ya hevkariya siyasî ya Kurdan dibînin.
Endama Platformê Keybanu Ertuşê diyar kir ku dem hatiye Kurd çarenivîsa xwe bi destên xwe diyar bikin û ev platform wekî destpêkekê pênase kir.
Ahmet Kanî yê ku endamê platformê ye, anî zimên ku gelê Kurd ji bo yekîtiyê li ser piyan e.
Welat Kiliçarslan jî destnîşan kir ku "yekdengî û yekrêzî ji bo Kurdan derman e."
Mehmet Guzeler jî da zanîn ku ev platform dê di vê xitimandina siyasî de rêyeke nû û alternatîf ji bo miletê Kurd derxe.
Konferansa ku 28ê mehê dest pê kiriye, dê roja duyem 29ê Adarê bi daxuyaniya encamnameyê bi dawî bibe.
#WÊNE - Li Amedê ❝Konferansa Damezirandina Platforma Neteweyî ya Kurdan❞ tê lidarxistin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 28, 2026
💢 Konferans bi beşdariya nêzîkî 400 kesî dest pê kir pic.twitter.com/Se8crNDKHX