Hewlêr (Rûdaw) - Bi destpêkirina şerê di navbera Îran û Amerîka-Îsraîlê de, Welatên Kendavê bûn armancên sereke yên Tehranê.
Di nava mehekê de zêdetirî 4,500 êrişî ser wan welatan hatiye kirin.
Ji destpêkirina şer ve (28ê Sibata 2026an), Îranê bi giştî 4,538 caran êrişî Welatên Kendavê kiriye.
Li gorî zanyariyên Wezaretên Parastinê yên Erebistana Siûdî, Îmarat, Behreyn, Qeter û Kuweytê, dabeşbûna êrişan bi vî rengî ye:
Koma Giştî ya Êrişan: 4,538
Êrişên bi dronan: 3,495 dronên bombekirî.
Êrişên mûşekî: 1,043 mûşekên balîstîk û krûz.
Pişka şêr a Îmaratê ye
Li gorî amaran, herî zêde li Îmaratê hatiye xistin. Bi giştî 2,228 mûşek û dronan Îmarat hatiye armanckirin.
Hûrguliyên êrişên li gorî welatan:
Îmarat: 1,835 dron û 393 mûşek.
Erebistana Siûdî: 764 dron û 102 mûşek.
Kuweyt: 465 dron û 191 mûşek.
Behreyn: 362 dron û 154 mûşek.
Qeter: 69 dron û 203 mûşek.
Ev amar nîşan didin ku Tehranê stratejiya "pêla dronan" bi kar aniye da ku pergalên parastina asmanî ya wan welatan pûç bike.
Hejmara dronan sê qatî hejmara mûşekan e.
Şiyana mûşekî ya Îranê û operasyonên Amerîkayê
Pisporên parastinê diyar dikin ku berî şer, Îranê xwediyê 2,500 heta 4,000 mûşekên balîstîk û bi dehan hezar dronan bû.
Fermandeyên Amerîkayî û Îsraîlî dibêjin armanca wan rûxandina vê bernameyê ye.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku heta roja 16an a şer, ji sedî 70yê mûşekavêjên Îranê ji kar hatine xistin.
Pentagonê jî diyar kir ku wan şiyana mûşekên balîstîk û dronên Îranê ji sedî 90 kêm kiriye.
Tom Karakoyê ku li navenda CSISê ya Washingtonê kar dike hişyarî da û got, "Veşartina mûşek û dronan hêsan e lewma dîtin û bombebarankirina hemûyan karekî dijwar e."
Her wiha Nicole Grajewski ku akademîsyenê Zanîngeha Sciences Poyeyê ye diyar kir ku dibe Îranê gelek ambarên mûşekan li seranserê welatan belav kiribin û baregehên zererdîtî bi lez çêdikin.
Di destpêka şer de Îranê rojane bi dehan mûşek davêtin lê niha ev hejmar daketiye bin 25 mûşekan.
Lê belê di êrişên dronan de Îran hîn jî çalak e û rojane bi giştî 120 dronan dişîne ser Welatên Kendavê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse