Sûdanî êrişa li ser mala Nêçîrvan Barzanî bi tundî şermezar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi rêya telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re axivî.

Sûdanî êrişa li ser mala Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê bi tundî şermezar kir û biryar da ku ji bo lêkolînê komîteyeke hevbeş were avakirin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê, Mihemed Şiya Sûdanî bi Nêçîrvan Barzanî re peywendiyeke telefonî pêk aniye.

Sûdanî di vê peywendiyê de ew “êrişa bêhincet” a li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê ya li parêzgeha Dihokê şermezar kir.

Komîteyeke hevbeş tê avakirin

Ofîsa Sûdanî ragihand, "Serokwezîrê Îraqê pesnê helwestên niştimanî yên Nêçîrvan Barzanî û hewildanên wî yên ji bo xurtkirina yekîtiya hemû pêkhateyên Îraqê kir."

Sûdanî di vê çarçoveyê de ferman da ku tîmeke ewlehî û teknîkî ya hevbeş di navbera saziyên ewlehiyê yên hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de were avakirin.

Erka vê komîteyê ew e ku li ser bûyerê lêkolînê bike, nasnameyên encamderan eşkere bike û rêkarên yasayî li hemberî wan bide destpêkirin.

"Em rê nadin Îraq bikişînin nav şeran"

Di beşeke din a peywendiya telefonî de, her du aliyan li ser guherînên dawî yên li Îraq û herêmê û rewşa ewlehiyê ya welêt axivîn.

Sûdanî tekez kir ku hikûmeta wî rê nade ti aliyên "li derveyî qanûnê yan jî aliyên herêmî û navneteweyî" ku Îraqê bikişînin nav wan alozî û şerên ku niha li herêmê didomin.

Serokwezîrê Îraqê ducare kir ku hemû hewlên wan ji bo parastina serweriya Îraqê û dabînkirina aramî û ewlehiya welêt di çarçoveya berpirsyariyeke niştimanî de didomin.