Rêya Wan û Colemêrgê ji ber aşûtê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêya parêzgehên Wan û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê ji ber aşûtê hat girtin.

Li Wan û Colemêrgê doh berf bariya û  îro pileyên germê bilind bûn û barîna berfê sekinî.

Ji ber bilindbûna pileyên germê û helîna berfê, li nêzîkî gundê Çûxê yê navçeya Elbakê ya Wanê aşût ket ser rê.

Rêya di navbera Wan û Colemêrgê de ji her du aliyan ve hat girtin.

Xebatên vekirina rêyê didomin

Li ser agahdarkirinê tîmên Birêvebiriya Rêyên Bejayî, tîmên AFADê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Ji bo vekirina rêyê xebatên tîman didomin.

Ji ber girtina rêyê, hem ji aliyê Wanê û hem jî ji aliyê Colemêrgê ve gelek otomobîl û wesayît rawestiyan.