ANHA: Artêşa Azad welatiyek kurd şewitand

28-04-2013
RÛDAW
A+ A-

Girkê Legê (Rûdaw) - Welatiyê bi navê Feysel Ehmed Celûd ku ji ber komên çekdar û balafirên rejîmê ji gundê xwe koç kiribû, dema xwest vegere gund û li mala xwe binêr e, ji aliyê koma bi navê Ehrar El-Şam a girêdayî Artêşa Azad ve hate girtin û hate şewitandin. 

Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) di nûçeyeke xwe de belav kir ku welatiyê bi navê Feysel Ehmed Celûd ku mehek û nîv beriya niha ji ber bombebarana balafirên rejîmê ya li hemberî bajaroka Til Koçer, koçî gundê Sukeriyat kiribû, duh dîsa vegeriya bajarokê xwe û xwest li mala xwe binêr e. Lê Ehmed Celûd dema çû malê dît ku koma çekdar a bi navê Tabûra Ehrar El-Şam a girêdayî kesê bi navê Ebû Mihemed El-Hacûkî xaniyê wî kirine navenda xwe.

Pêşî îşkence piştre agir

Ajansê belav kir ku Celûd li vir ji aliyê 5 çekdaran ve hate girtin, dest û çavên wî hatin girtin. Heman kesan Celûd birin hundirê malê derbarê gundê Sukeriyat û YPG’ê de pirs pirsîn. Lê dema Celûd got ku ew tiştekî nizane, vê carê îşkence lê hate kirin. Kesên çekdar bi îşkenceyê jî qayil nebûn û piştî mazot bi Celûd de kirin, agir pêxistin.

Dema ku îşkence li Ehmed Celûd dihat kirin, balafirên rejîmê bajaroka Til Koçer bombebaran di kir. Dema bombebaran dom dikir, îşkencekaran jî Celûd wisa hiştin û reviyan. Li ser vê yekê Celûd bi derfetên xwe destên xwe vekirin û di ser banan re reviya maleke li nêzî herêmê. Şêniyên malê ku Celûd bi wî halî dîtin, ew rakirin Nexweşxaneya El-Selam a li bajarê Girkê Legê. Li vir piştî mudaxeleya yekemîn Celûd rakirin nexweşxaneyek li bajarê Qamişlo.




Ehmed Celûd ku dermankirina wî didome, tişta ku bi serê wî hatiye ji ANHA’yê re vegot. Celûd, da zanîn ku wî mehek û nîv beriya niha ji ber bombebarana hêzên rêjîma Baas a li ser Til Koçer mala xwe bar kiriye û li gundê Sukeriyatê bicîh bûye. Celûd, destnîşan kir ku duh jî xwestiye biçe li mala xwe ya li Til Koçer binêr e, lê dema çûye wir ji aliyê 5 çekdarên Tabûra Ehrar El-Şam ve hatiye girtin,  piştre jî çav û destên wê hatin girêdan û ew birine hundirê malê. Celûd, anî ziman ku kesên çekdar pirsîne wekî “Kê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) anîne gundê Sukeriyatê, li gund kî hevalê YPG’ê ye, fermandarên YPG’ê kî ne û hejmara wan çend e?” ji wî kirine.

 

Celûd tiştên ku piştî van pirsan bi serî wî hatiye jî bi van gotinan anî ziman: “Dema min bersiva ‘ez nizanim da’ wan îşkence li min kirin û mazot bi laşê min de kirin. Piştre jî agir pêxistin. Agir bi laşê min ket. Di wê demê de balafirên rêjîma Baas Til Koçer bombebaran di kir û koma çekdar reviya. Min jî destê xwe vekir û ez di ser banê malan re reviyam mala welatiyekî li Til Koçer. Malbatê ez rakirim nexweşxaneya El-Selam a Girkê Legê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst