Zarokên kurd ji zimanê xwe xeyîdandin

Hewlêr (Rûdaw) – Bi hezaran zarokên kurd, wekî ‘kêmaqil’ hatin binavkirin û ji kurdî hatin xeyîdandin. Kesek nizanîbû sedemawê çi ye. Ta ku Kejê Bêmal a yek ji zarokên kurd ên mexdûrê bişavtinê ne, deriyê derûniya wan vekir û êşa wan jê rijand.

Li ser pirseke destpêkir rêwîtiya ber bi derûniya zarokên kurd ve. Zarokên kurd ên li Tirkiyê bi salan, ji ber ku bi zimanê tirkî nizanibûne wekî ‘kêmaqil’ hatine binavkirin û ew şandine nav zarokên kêm aqil. Lê bi salan e hay û hêviya kesek ji wan tunebûye. Heta ku Kejê Bêmal di lêkolînek xwe ya li ser zarokên astengdar de bi tesadufî rastî Sîbela 13 salî hat. Sîbel keçikek kurd a 13 salî, ji kurdên bajarê Erziroma bakûrê Kurdistanê ye. Koçî Tirkiyêkirine. Kejê Bêmal di dema lêkolîna xwe de bi Sîbelê re diaxive.

-Navê te çi ye?

-Sîbel.

-Tu çend salî ye?

-13.

-Tu dizanî bi kurdî baxivî?

-Na. Kurdî zimanek pîs e!

-Çima kurdî zimanek pîs e Sîbel?

-Mamoste, ji ber ku zimanek gelek xirab e, ez ê neaxivim!

-Çima xirab e delalê?

-Ji ber ku gelek ewk e mamoste...

-Çi?

-Yanê wek mînak, li dibistanê dema tu bi kurdî diaxivî, hevalên te bi te re naxivin. Giliyê te li ba mamoste dikin. Her kes henekên xwe bi me dike. Dibêjin hûn çima tirkî fêr nebûne.Ji ber ku hevalên min henekên xwe bi min dikin, ez jî êdî kurdî naxwazim. Zimanek pîs e!




Kejê Bêmal ligel Sîbela 13 salî

-Başe, dayîk û bavê te li malê bi kurdî daxivin?

-Belê.

-Dema tu diçî malê, tu bi kurdî diaxivî?

-Mamoste, ez tu car naxwazim bi kurdî baxivim! Tiştekî pîs û xirab e. Ji ber ku ez bi kurdî axivîm, ji min re gotin ‘dîn e’ û ez şandim vê derê. (Navenda rehabîlîtasyona zarokên kêm aqil)

Kejê Bêmal jî, pirsên Rûdawê yên li ser vê lêkolînê, bersivandin.

Te kengî dest bi vê projeyê kir û heta kengî berdewam dike?

Ev salek e ku li ser vê projeyê dixebitim. Hîn neqediyaye. Heta mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî neyê dayîn jî, ew ê berdewam bike. Li navendên rehabilîtasyonan ez bi nêzî 30-35 zarokan re peyivîm û herwiha bi rêya înternetê jî bi hezaran kes re peyivîm; derd û birînên her kesî yekbûn û hemû kes ji ber heman birînê êşiyabûn...

Armanca vê xebatê çi bû?

Armanc ew bû zarokên astengdar ên kurd di navendên rehabîlîtasyonan de bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiyê werbigrin. Bi vê sedemê me ev rê da ber xwe. Lê hezar heyf û mixabin, dema em çûn û me bi çavên xwe ew zarokên kurd ku ji bilî nizanbûna zimanê tirkî tu pirsgirêkên wan ên tendurustiyê tune, dîtin, em şaş û ecêbmayî man.


Te çima mijara lêkolîna xwe guherand?

Weku min di destpêkê de jî vegot, sedem ew bû zarokên kurd ji ber ku bi zimanê tirkî nizanîbûn, bi kêm aqilî û dîntî hatibûn raporkirin. Dema em çav vê bûyera qirêj û terkî mirovatiyê ketin, em şaş û matmayî man. Lewma jî bêyî xwestek û daxwaza me mijara lêkolînê bi xwe ber hat guhertin…

Tu gihîştî encamên çawa?

Em gihîştin vê encamê ku tirk bi hemû rêbazên xwe yên nijadperestî û faşîzan dixwazin kurdan tune bikin; belê tune bikin, lewra em nikarin ji vê kiryarê re bibêjin bişavtin an asîmilasyon… Ev kiryar, bi sere xwe jenosîd e, qirkirina netewekê ye…

Vê lêkolînê bandorek çawa li we kir?

Bandoreke çawa li min kir ne girîng e. Ya girîng ew e ku bandoreke çawa li civakê kir? Min tu carî xwe ewqasî belengaz, bê xwedî û reben hîs nekiribû. Ya rast, min di belengazî, bêxwedî û rebentiya xwe de belengazî, bêxwedî û rebentiya netewekê dît. Min dît ku marekî qirêj û jehr genî zarokên netewa min, bi jehra xwe pûç dike, dixwe… Û mixabin, min dîsa dît ku em nikarin ji derdên xwe re bibin derman… Dema min ev dosya amade kir û ragîhand berdestê çapemeniyê, hêviya   min pir xurt bû, lewre min dewlet di ser sûc de zevt kiribû.

Lê siyasetmedarên kurd nekirin karê xwe. Belê, ew siyasetmedarên ku sere peyva wan binê peyva wan perwerdehiya bi zimanê zikmakî bû, li hember vê qebheta dewletê ker û kwîr mabûn…Heyf!

Kejê Bêmal xwe wiha di denasîn

Ez Kejê Bêmal… Jineke Kurd im û dildara devlikenim… Lêkolîner-Nivîskar…