Hewlêr (Rûdaw) – Kompanya Korek Telecom derbarê îdaîayên ku dibêjin “Beriya êrîşa firokeyên şer ên Tirkiyê ya liser Çiyayê Şingalê, şebekeyên Korekê kar nedikirin” daxuyaniyek belav kir û ragihand; “Ev nûçe ne rast in û bi kîn û bi enqest hatine çêkirin. Em vê yekê qebûl nakin.”
Roja Pênşemê 27-04-2017, Kompanya Korek Telekom bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand; “Di manşeta sereke ya dezgehekê ragihandinê de nûçeyek hatiye belavkirin, ku qaşo beriya êrîşa Tirkiyê ya ser Çiyayê Şingalê şebeke û torên Korekê girtî bûne. Ew dezgeha ku ev nûçe amade kiriye, ji bo piştrastkirina vê agahiyê pêwendî bi Korekê re nekiriye û dewsa vê de navê çavkaniyên nediyar bikar aniye. Ev yek jî dûrê etîk û prensîbên pişeya rojnamevanî ye.”
Korek Telecom di daxuyaniya xwe de got; “Di vê êrîşê de Korek Telecomê jî rasterast zirar dît. Jiber ku li wê herêmê tora pêwendiyên “Backbone” hatiye armanckirin û bi temamî hatiye hilweşandin. Ji ber vê yekê li herêmê xizmetên vê torê bi temamî sekinîne. Ev yek jî bûye sedema lawazbûna torên Korekê yên li Şingalê.”
Di daxuyaniyê de Korek Telecom diyar dike, ku dê li pey mafê xwe yê yasayî de herin û ji bo pêşwazîkirina zirarên xwe dê karên yasayî bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse