Lîlozan zeviyên Wêranşarê xemilandin

28-04-2018
RÛDAW
Nîşan Wêranşar Bihar Lîloz
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Kulîlkên lîloz yên ku di gelek helbest, efsane û stranan de derbas dibe zeviyên navçeya Wêranşara Rihayê xemilandin.

 

Lîloz li Bakurê Kurdistanê her sal di meha nîsanê de vedibin. Lîlozên ku êkser bi xwe vedibin rexên rê û zeviyên navçeya Wêranşarê xemilandin. 




Kulîlkên Lîloz li zeviyên ku li taxa Kargaleya ku ji navçeyê 20 kîlometre dûr hêşîn dibin welatiyên derûdorê eleqeyeke mezin nîşan didin. Gelek kes bi taybet bo kişandina wêneyan diçin herêmê. 




Mehmet Erkan ê ji herêmê got ku her sal dûmahiya meha adarê kulîlkên lîloz vedibin û herêmê bi rengê sor dixemilînin. 




Mehmet Erkan wiha got: "Kulîlkên lîloz gava ku baran dibare hê zêdetir vedibin. Îsal baran kêm barî. Vê jî li ser kulîlkên lîloz tesîr kir. Îsal jimara kulîlkan hê kêmtir e. Rojên dawiya hefteyê li vê derê qerabalixeke mezin çêdibe. Gelek kes ji bajarên derûdorê ji bo kişandina wêneyan tên vê derê. Hin kes jî ji xwe re seyranê dikin."




Ji zarokan Nîsa Erkan jî got ku ew her sal tê vê derê bi hevalên xwe re di nav kulîlkan de dileyîze. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst